Tîmtîk û Unsal ketin çalakiya rojiya mirinê
Li zindanên dewleta Tirk ji parêzerên di greva birçîbûnê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.
Li gorî daxuyaniya Buroya Huqûqê ya Gel; parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di greva birçîbûnê de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.
Par di doza li dijî 20 parêzerên endamên Komeleya Huqûqnasên Hemdem û Buroya Huqûqê ya Gel de 159 cezayê girtîgehê hatibûn dayîn.
Li dijî vê neheqiyê û neheqiyên din ên li zindanan parêzeran dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
STENBOL