Dewleta Tirk bi êrişa xwe ya li dijî Efrînê dixwaze nasnameya wê ya dîrokê bi temamî tine bike û elaqeya wê bi xelkê wê re qiut bike. Ji ber wê jî, weke Perestgeha Endarê, ji bilî guherandina demografîk, wê şûnwarên dîrokî jî ji xwe re kirin hedef û tine kirin.
ŞERVÎN MISTEFA / ANHA / EFRÎN
Dîmenên tinekirina şûnwarên dîrokî, nexasim jî di dîmenên ku DAIŞ´ê û beriya wê Talîbanê belavkirî de, bi dewreke peyameke îdeolojîk radibûn û di heman demê de tirs dixistin nava dilê xelkê: Tinekirina rabihuriyê… Helbet xelkê ditirsîne. Balafirên artêşa Tirk a dagirker jî par vî çaxî li Efrînê perestgeha dîrokî ya ji serdema Hîtitan a Endarê bi balefirên şer bombe kir û rûxand. Armanc ne tenê rûxandina şûnwarekê bû, belkî tinekirina her tiştê bû, ku miletê Efrînê wate lê bar dikir û rûmeta wî pê bilind dibû. Hasilî, ev perestgeha hanê bi ser halan de, di lîsteya UNESCO`yê ya mîrasa çandî de di asta şûnwarên dîrokî yên asta yekem de hatiye sinifandin.
Dîrok hûrûmûr kirin
Artêşa Tirk a dagirker ji 20`ê Çileya 2018`an ve bi rêya balafir, tank û topavêjên xwe êrişî kantona Efrînê kir. Di 18`ê Adara 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin.
Li Efrînê malên şêniyan, cihên giştî, cihên pîroz û dîrokî ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nefilitîn. Heta gihaşt asta ku şaristaniya Efrînê di hewldanekê de ji bo qirkirina wê şaristaniyê wêran bikin.
Perestgeha Endarê ya dîrokî ji cihên girîngtirîn ên mîrasa çandî yên kantona Efrînê bû. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 27`ê Çileyê 2018`an Perestgeha Endarê bombe kir û peyker û kevirên ji ber perestgeha serdema Hitîtan hûrûmûr kirin. Li gorî jêderan, dîroka perestgehê vedigere heta beriya niha bi 3 hezar û 300 salan.
Di encama bombebarandinê de, beşeke mezin ji perestgehê wêran bû, parçeyên dîrokî, sembol û neqşên wê tarûmar bûn.
Kurtedîroka perestgeha Endarê
Perestgeh qederê kîlometreyekê li rojavayê gundê Endarê yê ser bi navçeya Efrînê Şêrawayê ye. Ew ji başûr ve qederê 6 kîlometreyan ji başûr ve dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Perestgeh ji girîngtirîn cihên dîrokî yên herêmê tê hesibandin. Perestgeh li gorî şêwaza Hititiyan hatiye avakirin; lê belê dema perestgeh hat avakirin, Hitîtî ji ber êrişên ji Egeyê ve ji hev de ketibû û li wî cihî dewletên piçûk ku mirov dikare wke paşiyên Împeratoriya Hitîtiyan bi nav dike, hatibûn avakirin.
Di perestgehê de peykerên mîna Ebû El-Hol û şûnwarên lingên mezin tevî peykerên şêr li koşeyekê hene.
Perestgeh li ser girekî hatiye avakirin. Gir ji du beşan pêk tê; beşek li başûr, biçûk û kevn e û yeke din li bakur, mezin e. Girêdayî beşa başûr, zanyarên şûnwaran dibêjin ew gundekî ji Serdema Kevirê Nûjen bû û bi çandiniyê dihat naskirin. Mirov ji derdora 10 hezaran salan ve lê bi cih bûne. Lê xebatên lêgerînê yan jî vekolandinê yên berfireh lê nehatine meşandin, tenê bi rêya amûrên ji kevir sewan (çeqmaq), kevirên avakirinê ku vedigerên Serdema Kevir a Nûjen dîroka vê beşê hatiye naskirin. Beşa li bakur jî ji du beşan pêk tê. Ew jî erdekî rast bû bi rûbera 4 hezar û 600 metreyên bi çarçik û navê `Bajarê Jêrîn` lê hatiye kirin.
Topbarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser perestgehê kir ku herî kêm ji sedî 60´ê devera dîrokê tecrîb bibe. Tevî ku di asta navneteweyî de kesî dengê xwe zêde nekir, Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Gerînendetiya Şûnwaran û Muzexaneyan a rejîma Sûriyê nerazîbûn ji êrişê nîşan da.