Qeyûmê ku şaredariya navçeya Mêrdînê Qoserê dagirkiriye, li navçeyê navê 3 taxên bi Kurdî, guhertin û navê wan kir Tirkî.

Qeyûmên dagirker heta niha navê gelek park, komele û taxan guhertin, dibistanên Kurdî girtin. Li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî, li Amedê Peykerê Roboskê, li Qoserê Peykerê Ugur Kaymaz, li Yenîşehira Amedê li Parka Merwanî neqş û nimûşên dîroka Merwaniyan ji ser dîwêr, rakirin. Li Nisêbînê peykerê Newrozê, li Îdirê peykerê Aştî û Biratiyê jî bi destê van qeyûman hatin rûxandin. Qeyûmê şaredariya Cizîrê dagirkirî, peykerê siyasetvanê Kurd Orhan Dogan rakir.

Li Amedê jî qeyûm peykerê reş ê mezin ê Lammasu ê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin jî rakir.

Herî dawî li Qoserê, qeyûmê dagirker navê 3 taxên din guhertin. Qeyûm Ahmet Odabaşi navê 3 taxên Qoserê yên bi Kurdî guhetin û li şûna wan yên bi Tirkî bi cih kirin. Qeyûm navê taxa Berçem kir Şahkulubey, navê taxa Aştî kir Yenîkent û navê taxa Medya guhert û kir Selahattin Eyyubi. n ANF/MÊRDÎN