Lêkolîneke li ser tîr û kevanên dirêj ên serdema navîn ên li Ingilistanê nîşan da ku birînên vê sîlehê çêdikirin gelekî xedar bûne. Wan ji bo vê lêkolînê li bermahiyên mirovan kola ku bi tîr û kevanê hatine kuştin yan jî birîndarkirin. Derket holê ku birînên vê sîlehê bi qasî sîlehên modern xedar bûne. Li gorî lêkolînê, ev yek îsbat dike ka çima di serdema navîn de artêşa Ingilîz çima ev qasî serketî bûye.
Sala 1997’an li Exeterê kolaneke arkeolojîk hat kirin ku heta 2007’ê dewam kir, li vir herî kêm 22 parçeyên skeletên mirovan hatin dîtin û li ser gelekan ji wan derb xuya bûn. Di nava wan de qoqekî seriyan jî hebû. Hin ji wan ji sedsala 13’an û hinên din ji sedsala 17’an bûn. Wan tesbît kir ku sedema gelekan ji derba bi tîrên dirêj ku bi kevaneke dirêj hatine avêtin. Dirêjiya kevanan dikarî bibe metroyek û 80 santîm. Vê jî dikir ku ew gelekî xurt bin. Li gorî lêkolîneran xedariya birînê weke ya guleyeke tivingê bûye.
LONDON