Carna ne şerte ku mirov tiştan kûr û dûr şirove bike û binirxîne, tenê li tirafîka siyasetvan, dîplomat û wêneyên wê polîtîkayê binêre bes e. Ew dikane hemû rastiyan bi awayeke beloq li ber çavan raxîne. Li gor tirafîka vê dawiyê li dor Kurdistanê pêkhat, dîsa lîstikek tarî heye. Dokumentara tirafîkê ji min û şirove ji we:

Di destpêka vê dema kurt de li Parîsê bombe teqiya, dunya hejiya, ji tirsan çav û guhên wan hê nû li rastiyan vebûn. Ji ber ku kujêrî li ser dilê Ewropayê bû. Li Avustûrya yê civînek ji bo kêşeya Surîyê pêkhat û jê encamên bi hêvî derketin. Lê encamên wê bi Tirkiyê xweş nehat, çapemeniya qirêj ev tev da. 

Wezîrê karê derva yê wê demê, peyayê tarî, nasê nenas F Sînîrlîoglu tep û rep çû Hewlêrê. Wêneyên wî yê li gel Nêçîrvan Barzanî, ji rawestaneke mêvan û dîplomatîk der, mîna ku  serokwezîr çûbe ofîseke waliyê Tirkiyê bû. Û bi wê forma sebep ku tê zanîn, nayê zanîn di çapemeniyê de hate weşandin. 

Piştî tevlê şer bûyîna Rûsyayê, tirseke bêbav li eniya sûnî piçikî. Bi vê dilbizdînê ve çawa bû nizanim, navê ecêv Bayirbûcak di tevahiya çapemeniya tirk de reqisî û Tirkiyê bi carê ve bi awayekî li boneyeke şer gerînê, li balafira rûs xist (!?) Lê ji tirsan çû Brukselê û xwe avêt hemêza NATOYê.

Rast çend kesan bihîstiye ku bi navê “Konseya Netewî ya Suriyê” saziyekê heye? Dibêjin ew kesê bi navê Halît Hoca yê di vê demê de çû Hewlêrê bi serokatiya Hewlêrê re rûniştye, serokê wê konseya Suriyê ye. Çi ecêv e, ne! Biyaniyek naveke tu kes nizane li xwe dike û tê li Qesra Silhedînê li mîrekî me dibe mêvan.

Bêguman em qedrê Hoca`yan dizanin, hele nav Halît be, em dikanin ji bo wî biçin Katar û Riyadê jî. Hima pitî vê birêz Barzanî serokê Herêma Kurdistan (hilbijartî, ne hilbijartî, serok e, bes e) di ser Katarê re li Riyadê derket hember Qiral. Dibêjin qiral jî pir merd e, hima bê him û cim 8 milyar dolar dide. Gelo ew qiralê Saudî ewqas ji me hez dike? Yan bazareke ku em nizanin, lê dikane diya me gîrîva bike, heye?!

Di nava wî xirecirê de bi carê ve taprap leşkerên tirk berê xwe dan Musilê. Eger fesadiya serkariya Iraqê û çapemeniya kurdên Bakur neba, kesî tu tiştek nedibihîst. Her tişt li gor dilê Enqerê dimeşiya. PDK  ne li benda vê bû. Got; “ciranê me ye me bang kir!” Birêz Barzanî jî berê xwe da Enqerê. Enqere rovî ye, hima ala Başûr da destên çen zarokên bakûr ên alahez in û govend geriya.

Rast birêz Barzanî berê çûbû MÎTê, li wir çi qewimî nayê zanîn. Lê hima li pey wê, mirovê  karê xirab Hakan Fîdan û ew peyayê tarî yê devşîrme Ferîdun Sinirlioglu li ser Hewlêrê re berê xwe dan Bexdayê.

Di vê demê de jî civîneke komên çeteyan, serkariya Enqerê, Riyadê, Emîrat û çend welatên rojava li wir civiyan. Hê Barzanî negîhîştibû Hewlêrê, wezareta perwerdeya tirkiyê ogretmenên xwe ji hin bajarên Kurdistanê kişand, Bi leşker û tankên xwe bajarê Amed, Sîlopî, Cîzirî û yên din dorpêç kirin. Gelo ev jî xaleke wê bazara li Enqerê bû?

Niha di van civîn, vê tirafîka çeprast de, kîjan kulikê bêbextiyê tê hîvastin? Destê kê di bêrîka kî de ye? Bazara çi tê kirin? Çima bi mîlyaran dolar didin? Bi min bêbextî zelal xuya dike.