ROJDA AYDIN / JINNEWS / ŞIRNEX
Tirbeya Mem û Zînê ya li Cizîra Botan ku sembola evîn û berxwedanê ye, piştî 4 salan, dîsa li serdana xelkê vebû, û xelk ji elaqeyeke mezin nîşan dide.
Mem û Zîna ku hem ji destana neteweyî Memê Alan û hem jî ji ber Mem û Zîna Xanî di nav xelkê de li Kurdistanê gelekî navdar in, li gorî baweriya xelkê gorên wan li Cizîrê ne. Li gorî baweriyê, evîna Mem û Zînê çiqasî mezin be jî, ji ber Bekoyê Ewan Mem û Zîn nagihêjin hevdu.
Li tirbeyê, Mem û Zîn li ber hev hatine definkirin. Lê Beko Mem û Zînê li goristanê jî tenê nahêle. Bekoyê ku ji ber fen û fûtan ji aliyê hevalê Mem ve tê kuştin, li ber serê Mem û Zîn tê definkirin. Li gor destanê gulên ku li ser turbeya Mem û Zînê şîn tên ji aliyê histiriyên li ser gora Beko Ewan ve tên astengkirin da ku negihîjin hev.
Tirbeya evîndaran
Tirbeya Mem û Zînê weke tirkeya evîndaran tê nasîn û êdî ew ziyaretek e. Bi taybetî jî kesên ku kula evînê girtiye dilê wan ji bo dermanê xwe tên serdana Tirba Mem û Zînê. Her roja pêncşemê bi sedan ciwan, kal û pîr diçin ser tirba evîndaran û ji bo evînê dia û niyazan dikin.
Beriya bi 4 salan li Cizîrê dema êrişên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê, serdana Tirba Mem û Zîn jî kêm bûbû. Lê niha dîsa ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê, heta ji derveyî welat gelek kes tên serdana Tirba Mem û Zînê.