Nûçegîhanê ANHA'yê diyar kir ku şevê din saet di 20.30'an de nêzî Penzînxaneya Şerqî ya bajarê Tirbespiyê tirimpêleke bombebarkirî teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên ku Serokê Desteya Hundir a herêma Cizîrê Kenan Berekat dan Ronahî TV, di encama teqînê de 13 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û bi dehan jî birîndar bûne.
Nûçegîhanê ANHA'yê got ku teqînê li cihekî sivîl pêk haiye û gelek dikan û malên welatiyên hatine hilweşandin. Her wiha ziyana teqînê gihiştiye dehan dikan û malên derdorê.
Ji nav welatiyên ku di teqînê de jiyana xwe jidest dane, 3 Kurd, 5 Ereb û 3 jî koçberê ji bajarê Helebê ne. Heta niha nasnameyên qurbaniyên din nehatine nasîn.
Hate gotin ku wê cenzeyên qurbaniyan li goristana Şehîd Hemîd a gundê Dugirê saet di 10.00'an werin oxirkirin.
Li Nûçegîhanê ANHA'yê nasnameyên qurbaniyên teqînê wiha ne:
Ebdulbaqî Mihemed Elî ê ku di sala 1955'an jidayîk bûye, bavê 6 zarokan e û endamê Meclîsa Gel a bajarê Tirbespiyê ye.
Menal Xelîl Mihemed Elî zewicandiye û xwedî du zarok e.
Şêrzad Ibrahîm Xelîl ku di sala 1995'an jidayîk bûye û beriya salekê zewicîbû. Hersê quranî Kurd in û dê li goristana Şehîd Hemîd a gundê Dugirê werin oxirkirin.
Mehmûd Şemsî El-Ehmed zewicandiye, 10 zarokên wî hene û ji bajarê Helebê ye.
Elaa Kemal Xelef zewicandiye, zarokekî wî heye û Helebê ye.
Ibrahîm Elî Bekrî zewicandiye zarokeke wî heye û ji bajarê Helebê ye.
Mihemed El-Şêx ji gundê Şîbaniyê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye.
Nasnameya qurbaniyên din heta niha nehatine nasîn.
TEV-DEM: Israra me zêde dike
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) teqîna ku duh li bajarê Tirbespiyê pêk hat, şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest. TEV-DEM'ê da zanîn ku ev kiryarên kirêt tu caran wê wan lawaz nekin û berovajî vê yekê jî dê wan bêhtir bi israr bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di şeva 14'ê hizêrana 2014'an de hêzên tarî, 'trorîst' û dijmirovahî kiryareke kirêt û 'terorîst' bi tirimpêleke bombebarkirî li bajarê Tirbespiyê pêk anîn. Hêzên tarî tirimpêla ku bi qasî kîna wan ya li hemberî mirovahiyê madeyên teqemeniyê lê hatibû barkirin, li devereke sivîl a bajarê Tirbespiyê ku ji hemû pêkhateyan li wir hebûn, teqandin û di encamê de gelek welatiyên sivîl şehîd ketin û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke madî mezin giheşte mal û dikanên welatiyan."
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî bajarê Tirbespiyê li gorî bajarên din bajarekî biçûke, lê bi mozayîka xwe û pirengiya xwe tê nasîn û wiha hate domandin: "Li Tirbespiyê Musilman, Xiristiyan, û Êzdî ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk tên hene û bi biratî bi hev re jiyanî dikin. Tirbespiyê wekî hemû bajarên Rêveberiya Xweser gelek koçberên Sûriyeyê yên ji bajarê Dêra Zorê, Heleb, Reqa û herêmên din ku ji zordariya rêjîmê û kiryarên komên çete ên radîkal reviyane, hembêz kiriye."
Da daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca teqînê vêxistina agirê tevlîheviyê ye û wiha hate ziman: "Hêzên 'terorîst' û dijberî vîna jiyana hevbeş a gelan xwestin ku bi vê teqîn û kiryarên xwe ewlehiya herêmê vala derbixin û agirê tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de vêxin, lê bi saya hişyarbûna hêzên Asayîşê û şervanên YPG/YPJ'ê armaca wan pêk nehat û vala hatin derxistin. Vê carî jî xwestin ku agirê hemû kîna xwe ya li hemberî mirovahiyê bi welatiyên sivîl bixin û kiryara kirêt a 'terorîst' ku di encamê de gelek welatiyên Kurd, Ereb, Êzdî û hin birayên me yên Ereb ku ji parêzgehên din ên Sûriyeyê koçber bubûn, şehîd ketin û birîndar bûn."
Di daxuyaniya TEV-DEM'ê de teqîn hate şermezarkirin, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî sîfa lezgîn hate xwestin wiha hate goitn: "Wekî Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM'ê em kiryara kirêt û 'terorîst' bi tundî şermezar dikin û dibînin ku ev kiryar nîşana binketin van hêzan e. Em ji gelê xwe re dibêjin ku kiryarên çete û 'terorîst' yên hêzên tarî tu caran wê me lawaz nekin. Berovajî vê yekê jî dê israra me ya di kar û tekoşîna ji bo pêkanîna xewn û hêviyên gelê me de, bêhtir zêde bikin.
Xelo: Hedef sîstema xweseriyê ye
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Hekem Xelo got, “Armanca van kiryara biratiya gelan û vala derxistina rêveber Xwesere.” Xelo dest nîşankir ku kiryarê kirêt ê ku doh ji alîyê çeteyên DAIŞ'ê bi tirimpêleke bombebarkirî li bajarê Tirbespiyê pêk anînde Endamê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Elî El-Giûd hedef girtîye. Xalo da zanîn ku divê hemû aliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê hemû nakokiyên partîbûnê bidin alîyekî û axaftinê xwe wiha bidavîkir: Wekî helwesta hêzên YPG'ê û pêşmergeyan ya ji bo parastina destkeftiyên herdu aliyan, divê hemû aliyê Kurdî yekîtiya xwe ava bikin û bi yek helwestê bin."
TIRBESPIYÊ