Tirêna Kela Berxwedanê ji 4 vagonan pêk tê û li ser tekerên lestîkî dimeşe, her vagonek 8 – 10 kesan hildigire.Her wiha dê geştyaran jî di nava cihên berxwedanê de li muzexaneya Kobanê bigerîne. Ehmed Hecano got ku kêf ketiye dilên zarokan ku di nava bajêr de têne gerandin, lewre ew jî ji vê yekê gelekî keyfxweş e. Têkildarî binavkirina tirênê Hecanê got ku piştî lehengiya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û derxistina çeteyan ji Kobanê, biryar da ku navê projeyê bibe ”Tirêna Kela Berxwedanê” da ku karibe ji aliyê xwe ve tiştekî ji berxwedana lehengan re pêşkêş bike. Hecano got ku ew dixwaze projeya bajarê zarokan a listikvaniyê çêbike.
KOBANÊ