
Tiriyê Erdîşê yê endemîk ku li cîhanê navdar e, li ber tinebûnê ye. Tiriyê Erdîşê li navenda navçeyê û li gundan çêdibe û wextekê xelkê debara xwe pê dikir, niha hindik maye bi temamî nemîne.
Ev mêwên tiriyê Erdîşê, beriya niha bi 3 hezar salan ji aliyê Ûrartûyan ve hatine çandin. Di nivîsan de ku li ser kevirên li herêma Karataşê beriya 3 hezar salan hatine nivîsandin, tê fêhmkirin ku melikê Ûrartûyan, Menûa nifiran li kesên rezan talan dikin, dike.
Li Erdîş û gundên wê, heta sala 1915’an Ermenî û Kurdan bi hev re Tiriyê Erdîşê diçand. Ji Tiriyê Erdîşê şarab, dims û mewîj dihate çêkirin. Heta Tehcîrkirina Ermeniyan a sala 1915’an, pirraniya welatiyên Ermenî yên li vê herêmê debara xwe bi tirî dikirin. Piştî Qirkirina Ermeniyan rez bê xwedî man û 80 ji sedî ji ber vê yekê hişk bûn. Li taxên Salîhiye, Vanyolû, Yekmal, Kasimbagi û bajarokê Çelebîbag ên Erdîşê, rez gelek bûn. Îro tenê li taxa Salihiyeyê çend donim rez hene.
Eger xemsariya li pêşberî vê rewşê dewam bike, ev tiriyê li cîhanê bi nav û deng e, wê bi temamî tine bibe.
ANF / WAN