Kêliya mirov li gelê tirk dinêre, dibîne ku ew jî wisa ne.Tim bi awayekî korane bi serkariyê ve girêdayîne. Ew sextekarî û derewên serkarî û serokwezîrên xwe wek rastî dipejirînin û ji wan re çepikan li hev didin. Dem hat, Menderes anîn ser kar. gava leşkeriyê ew bi darve kir, deng ji tu kesî derneket. Di dema cuntayên leşkerî de, piraniya gelê tirk ji leşkeran re çepik lê dan. Qaşo rewşenbîran fotêrên xwe danîn û wek koleyan serê xwe kirin berxwe. Bi dehsalan derew û firên, Silêman Demîrel, Çîler û mîleran gohdarîkirin. Ji wan re gotin „Tirkiye bi we serbilind in!“
Niha jî wek pezên gêj Erdogan gohdarî dikin û ji wî re çepikan li hev dixin. Erdogan di cihekê de çend bovlatan direşîne ser wan. Hevokeke wî ya din nagire, lê disa jî wî wek şefê netewî dibînin, bi şeqşeqê serî lê germ dikin.
Wek mînak: roja 24.8.11 de li Konyayê li aliyekê got: „Wê ew di nava xwînê de bifetisin(ji bo gelê Kurd)“ Lê li aliyê din jî ji bo gelê ereb aştî û biratî xwest. Tu kesî jê nepirsî, ka ev çawa axaftin e? Tu kesî negot çima tu ji bo hemû gelê cihanê aşitî dixwazî, lê ji bo birayê xwe yê Kurd mirinê dixwazî? Wek Goebbels hîna bi bangaşiyê keriyên mirovên tirk û beşeke Kurdên baş li pey xwe dikişîne ser ava ji xwînê. Lê wan keriyên ji mirovan hê femnekirine ku ew têkçûne. Lew re dîktatorên li ber têkçûnê li ser dikê dibin keleşîr.
Her kêliya qelemşorên çapemeniya wan ku bi tili li bakirina serkariyê radibin û rûdinin, pexşanên li ser mijara têkbirina Tevgera Azadî dinivisînin. Mirov dibîne ku bi taybetî jî di nava rûpelên înternetê de bi dehan nivîs di bin wan nivîsan de xuya dikin û di hemûyan de tenê banga kuştin û xwîn rijandinê hene.
Serfermandariya wan kuştina mirovan (bi hêjmarên bê bingeh) serkeftina xwe ya di şer de nîşan dide. Lê tu kes napirse û nabêje: „Ma serkeftin bi kuştinan bi dest dikeve? Hemû dîktatorên têkçûne jî miro kuştin! Çi bû? Li aliyê din ma delîl û îspatên te hene ku ewqas kes hatine kuştin?
Gelo çima ev gela wiha ye. Çima li hemû cîhanê li dij serkariya xwînxwar derketin heye, lê li Tirkiyê ev nabe (çend rewşenbîr û dost ku praniya wan ne ji wan tirkan e, ne tê de). Wek mînak, çima li cihanê behsa „bihara ereban“ tê kirin, lê ya tirkan nayê kirin? Çima li Biritanyayê jî serhildan çê dibe, lê li Tirkiyê nabe?
Li gor boçûna min. bingeha yekemîn; xwînxwariya dîroka wan ve girêdayî ye. Wek mînak kirinên padîşahên osmaniyan. Wan hemû serhildan bi awayekî ji normên hovitiyê û erjengiya mirovahî li cihanê dinase wêde têkbirin e. Heta bav û birayên xwe jî kuştine. Ferman tim ya padîşahn bû ye. Niha jî ferman ya padîşahê sedsala bîstan Erdogan(!) e.
Ya duyemîn; forma pejirandin û li gor wîjdana xwe ya xwînin bikaranîna ola îslamiyetê ye. Sehl-ul islamê wan jî di bin fermana padîşahan de bû. Wan islamiyet xistibû xizmeta osmaniyan. Bi taybetî mantiqê: „Destên bi hêla şerietêve were jêkirin naêşe! Ço ji bihuştê derketiye“ ji bo vê armancê danin rûniştin.
Ya sêyemîn jî ew efserên nijadperest ên ku komara tirk li ser bingehê nijadî afirandine, bi şiyara „ji ber ku dewlet heye, lema gel heye(!)“ ve girêdayî mêjiyeke kole, heyîya xwe bi heyîya dewlet û serkariyê ve girêdayî dibîne, afirandine. Ango têkiliya dewlet û gel ne têkiliyeke hemwelatî û serkariya di warê hiqûqî de hatî mîsagorkirin, e. Têkiliyeke qûl û Xwedê hatiye afirandin. Ango gelê tirk qul û dewleta tirk jî Xwedayê wan e. Ji ber wê jî qul nikane li hember xwedê derkeve. Tenê tovbe dike, li ber xwedê diçe secdeyê.
Ango do xwedayê tirkan Ataturk, Înunu, Menderes, Gursel, Demîrel, Çîler û îrojê Erdogan e. Dema ew derewa jî bike, ji bo qulên xwe dike. Mafê qûlan tune ku heşa Xweda rexne bike! Yan jî ji gotinên wî têkeve gumanê. Li garana Erdogan AKP binêrin, yek diwêre bê destûra xwedayê garanê gotinekê bibêje? Na û na!
Bi zimaneke kurt hetanê ku (heşa Xwedayê ku em pê bawer dikin) ev xwedayê wan ê dawiyê bi awayekî gelek anorşikestî (wek efsaneya leşkeriya wan) têkneçe rastiya cihanê û jiyanê di mêjiyên wan de neyê mixkirin, wê ew qûlên dewleta tirk çi xwenda çi nezan ji wê serxoşiya xaşxaşî ranebin. Wê Kurdên spî jî ji wan neqetin. Divê em ji bo vê jî be, bi lez rabin raperînê.