Mirov bi endamê kîjan çîn, nivş, baweri û komên tirk re li ser mijara çareserkirina kêşeya kurd, yan jî kêşeyeke din nîqaş bike. Hima di serê axaftinê de dixebitin ku bi gotina „Em naşibin kesî” pîşiya nîqaşê bibirin. Mirov dibêje qey çawaku çipseke elektronîk di serê wan de hatibe bi cihkirin, lema tevahî heman gotinê dibêjin. Gelo çima û di çi warê de naşibin kesî? Em hinek vê mijarê vekin.
Her çendî li gor daneyên genetîk hîna îro jî tenê ji sedî sisê genên asyayî li Anatolyayê hebe jî, li aliyê din ev nayê wê wateyê ku ev ji %3 genê tirka ne. Di cihê li ser bingehê erdnigariya Anatolyayê neteweyeke demoqratîk avabikin, li gor netewbûna Alman netewa li ser nijadî bingeh girtin. Wan ev netew li ser ked û xwîna gelan, li ser talana heyiya mirovan, qedexe û tarûmarkirina ziman û çanda netewan bi awayeke cinawirî û xwînxwarî avakirin. Lema netewbûna wan naşibi tu netewan. Ew ji vê bingehê xwe yê melez, xwînxwar û zexel ditirsin. Fotmilasyona vê tirsê jî ev e: “Em naşibin kesî!“
Dema mirov ji Cengîz Xan ta Tîmurleng digire hetanê osmaniyan tê, mirov dibêne ku mentalîteyeke xwînxwariya sotin, înkar û bêwîjdanî, wêran û xapûrkirinê li pêşxistine. Di vî warî de jî naşibin tu kesî. Ji ber ku ji wan cinawirtir kes tune.
Dostaniya wan dostaniya Talat Paşa ye. Talat Paşa biryara girtin, sirgûnkirin û kuştina Parêzerê nijadermenî Krikor Zohrab dide derxistin û îmza dike. Wê êvarê jî tê bi Krikor Zohrab re kaxiz dilîze, dema radibe, çavên Krikor Zohrab maç dike. Bi derketina wî re Krikor Zohrab tê girtin, sirgunkirin û kuştin. Erdogan ji Sîmon Perez re got: „Hûn zarokan dikujin!“ Gava gihîşt Tirkiyê jî wiha ferman da: „Zarok jî be, jin jî be, wê çi bê xwastin, hêzên me yên ewlekariyê wê bike.“ Ji Suriyê re dibêje: „Gelê xwe nekuje, mafê wan bidiyê. Lê li hemberê gelê kurd şer îlan dike. Ango di warê durûtiyê de jî naşibin kesî.
Serokwezîrên wa Erdogan berê ji Muhammed El Qadafî û ji Beşer Esad re bira digot, bi tevê wan yekitî çêdikir. Niha jî di bin siya NATO yê de êrişên wan dike, gora wan dikole. Dostaniya wan jî wiha bêbext e û naşibe dostaniya kesî.
Bi xwe bi zora çek û tehdîta kuştinê biryaran didin, lê vê dixin stûyê kesên din. Bi navê yasa û dadê sextekariyan dikin, lê dibêjin: „dad e, em çi bikin? Wek mînak mijara destdanîna ser parlementeriya Hatîp Dicle. Dada wan jî naşibe dadên kesî.
Li cihanê gelek cûre formên xweseriyê hene. Mirov xweseriya kîjan welatî wek mînak dide bide. Hima dibêjin: „Em naşibin wan welatan! Em ê parçe parçe bibin.” Wer xuyaye, çareseriya wan a pirsgirêkan jî naşibe kesî.
Gava tevegera keseke/î ne li gor dilên wan xuya bike. Hima dibêjin : „Di wan de xwîna tirkan tune! Xwîna wan xirabe.“ Dibe ku xwîna van tirkên afrîndek di rengê xweliya navenda Asyayê de be, lema naşibe ya kesî.
Parlamenterên bi hêla mîlyonan ve hatî hilbijartin hene, Kongra civaka Demokratîk ya tevahiya Bakurê Kurdistanê temsîl dikin heye, serokatiya dikane pirsgirekê ji bin ve çareser bike heye. Ango bi kurtî xwediyê deweyê hene. Ew naxwaze wan bibîne, bi wan re têkilî dayne. Ji ber ku ji çareseriyê ditirse. Tenê ji bo xapandina bala cîhanê û çend kurdan, dixwaze kesayetiyeke bêhêz bikarbîne. Xapandin û manipulasyona wan jî naşibe kesî.
Ev fobiya tirsê wisa li canê wan geryaye. Bi lavakirina alîkariyê pêş û lingên welatên rojavayî dadilêsin. Di encamê de hêvîya xwe bi pasdaranên rejîma Îran a ku li ser rizînê ye ve girêdaye. Fobiyê wan jî naşibe fobiyên gelên din.

Kurd ne kurdên berê ne
Ew neşibin kesî, bişibin quzulqurtê jî, divê ew vê baş bizanin: Gelê kurd li pey tekoşîna sih salî êdî ji bin ve guherî ye. Hemû perdeyên xewa giran, gotinên xapandinê çirandiye, li gel wê çeperên tirsê vîzal vîsalî kiriye. Dîndarên kurdan rastiya xwe û baweriya xwe girtiye destên xwe, êdî bi birayê minafiq û xwedî baweriya sexte naxape. Êdî vî gelî hemû deq û dolabên serkariya tirk, bêguman ya faşîzma kesk jî, li ber çavan raxistiye. Ne polîtîkayên we yên alavêre dalavêre, ne jî listoka bi kurdên spî û baş dikane pêşî li rastiyan bigire. Ew dema ku we bi her tiştên me dilîstin, çû! Serokatiya deha û fîlosof, Plingên çiya, rêberiya bi hişmendî û gelê me yê qehreman êdî statuya xwe ya vê demê; di bin navê Xweseriya Demokratîk de avakiriyê. Feleka we jî rabe, wê nikanibe pêşî lê bigire.