
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ji ber pêvajoya şerê Sûriyeyê valahî çêbûne û got: “Kurd li herêma xwe pergala xwe ava dikin. AKP’ê heta niha gelek caran mudaxaleyê vê kir. Li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê bi hin hêzên ku bi pereyan peyda kiribû êriş bir ser Kurdan. Herî dawî li Rihayê civîneke muxalîfên Sûriyeyê pêk anî. Ev civîn jî bi ser neket. Gelek aliyê muxalîf tevli nebû. Ji ber ku Tirkiyeyê li gorî xwe amade kiribû. Ji bilî li dijî rejîma Sûriyeyê, li dij rêxistina PYD Û YPG’ê jî mudaxale xwest. Ji ber vê gelek kom tevli nebûn. Lê kesekî reîsê Eşîra Newaf El Beşîr reviyan hatin Tirkiyeyê. Dijminahiya Kurdan dikir. Bi pêşengiya vî kesî bi pereyên zêde hêzên çekdar hatin rêxistinkirin û 7 tank danê. Şandin nava Serêkaniyê û ev 5 roje li dijî PYD û YPG’ê êrîşan pêk tîne. Niha ev mudaxale bi giştî ya dewleta Tirk e. Her wiha hêzên wan bi cil û bergên sivîl tevli dibin. Bi tank û topan piştgiriyê didinê. Tişta ku AKP dike gelek xeter e. Bi aşkereyi dijminahiya Kurdan dikin. Hemû hêza dewletê bi kar tîne û van hêzan bi rêxistin dike û dişîne ser Kurdan. Tikriya heta qirêkê tevli şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûye. Lê van hemûyan ji civaka Tirk vedişêre. Çapemeniya Tirk jî vê nabîne û cesaret nake ku deşîfre bike.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan wiha berdewam kir: “Niha Tirkiye li Serêkaniyê ye. Ev 5 roje êrîş dike lê ev êrîşa terorîst têk çûye. Hêzên YPG’ê li wir bi berxwedaneke mezin li ber xwe didin. Ligel hemû hewldanên Tirk êrîş têk çûye. Ev têkoşîna Tirkiyeyê bû. Ev polîtîka nîşan dide ku bi Kurdan re dostanî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu tişt tune. Zêdetir di nav pratîkeke tevlihevkirinê de ye.
Di vê mijarê de ez têkoşîn û şoreşga kul i Rojavayê Kurdistanê tê meşandin silav dikim. Hemû berxwedêran silav dikim. YPG’ê li dijî hêzên rejîmê li Girzîro tevgereke serkeftî pêk anîn û li Serêkaniyê bi lehengiygeke mezin bi ser ket û têkoşîneke fedayî pêk anîn. Ez têkoşîna wan pîroz dikim. Ez di vê têkoşînê de mîlîtanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane bibîrtînm û ji hemû endamên YPG’ê û gelê Rojava re sersaxiyê dixwazim.“
Banga yekîtiyê
Karayilan ji bo pêşxistin û bilindikirina têkoşîna li rojavayê Kurdistanê ev bang li gel kir: „ Divê pêşî gelê me xwe li vir bi rêxistin bike û rêxistina xwe xurttir bike. Ji ber vê jî divê hemû partiyên siyasî, kom her tiştî li aliyekê bihêle û di bin Desteya Bilind de bên cem hev û ligel berxewdana Serêkaniyê cihê xwe bigire. Ev jî tê wateya îradebûna gelê Rojava. Ger ehemû partî li dora Desta Bilind bên cem hev û berxwedana xwe pêşve bibe. ji ber vê divê hemû gelê me yekitiya xwe bi hêztir bike.
Ez di vê esasê de dîsa hemû berxwedêr û gelê Rojava sliav dikim û dibêjim ku berxwedana gelê Rojava mizginiya pergala azad ya pêşeroja gelê Kurde.”
‘Tevkujî karê dewleta Tirk e’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku bê guman li pişt bûyera li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan dewleta Tirk heye. Karayilan ji bo îhtîmala duwemîn jî diyar kir ku dibe pêkhateya dewleta kûr a Ergenekonê ku hukûmetê derbas dike ligel Gladyoya NATO’yê vê êrîşê pêk anîbin.
Karayilan bal kişand ser merasima cenazeyên her sê jinên Kurd û xwedîderketinê û diyar kir ku li Parîsê û li Amed, Dêrsim, Elbîstan û Mêrsînê jî bersiva pêwîst da. Karyilan got: “Li gel vana hemûyan gelê Kurdistanê weke li Parîsê li Kurdistanê jî bersiva pêwîst da.
Her wiha Karayilan diyar kir ku êrîşa li Parîsê ne êrîşeke ji rêzê ye û destnîşan kir ku berê hatiye amadekirin û got: “Ev xebatek terorîstî ya navneteweyî ye.” Karayilan got: “Piştî vê di serî de FARC, gelek rêxistin û kesayetên şoreşger –têkoşer ên Amerîkaya Latîn, dîsa di serî de Tamîl gelek derdor û kesayetên ji Asya û Efrîkayê, di serî de Partiya Komunîst a Franseyê ji Ewropayê gelek partî, saziyên sivî, sendîka û derdorên cûda, dîsa ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek sazî û rêxistin, dost peyamên sersaxiyê weşandin û bi vî awayî nîşan dan ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiya Kurdistanê: hin ji wana bi xwe tevlî meş û xwepêşandanan bûn” û spasiya wan kir û diyar kir: “Parvekirina êşên me ji aliyê dostên me ve ji bo me gele girîng e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê kesê gumanbar ê ku li Parîsê hate girtin de jî diyar kir ku kesek nikare di du salan de bibe endamê PKK’ê û got: “Îhtîmal heye ku ji derve hatibe peywirdarkirin û ev 2 sal in tê xebitandin. Aşkere ye ku tevgera me bi komployeke kûr re rû bi rû ye.”
Komara Mahabad asteke girîng bû
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji bo salvegera Komara Kurdistanê jî ev peyam da: “Îro di dîroka Kurdan de rojek girînge û roja îlankirina Kmara Kurd ya Mahabadê ye. Gelê Kurd piştî şerê cihanê yê duyemîn ji bo şert û mercan binirxîne 67 sal berê îro bi pêşengiya Qazî Mihemed li Rojhilatê Kurdistanê Komara Mahabadê îlan kir. Ev ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd demek girîng e. Bi taybetî ev nêrîn û sekna Qazî Mihemed gelek girînge. Qazî Mihemed dema Komara Mahabadê ava kir û çarçoveyeke netew demokratîk û berfireh danî holê. Partiyên îro hêj negihiştine wê astê. Ligel ku asteke gelek girîng bidestxisibûn jî, ji ber şert û mercan û ev baş nehatibû hesabkirin û ev komar di demek kin de hatiye hilweşandin. Li ser vî esasî ez di serî de Qazî Mihemedû hemû şehîdên Komara Mahabadê bi bîr tînim. Me ala wan hildaye. Em dê doza gelê Kurd ya mafdar dê li her derê qezenc bikin.
ANF/BEHDÎNAN