Yek ji lîderên çepgiriya Fransayê Jean-Luc Melenchon li Meclîsa Fransayê axivî û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan li konferansên der barê avabûna Sûriyeyê. Melenchon got, Tirkiye hêza herî mezin e ku li herêmê aramiyê têk dibe.

Lîderê Tevgera Fransa ya Serînatewîne (France Insoumise) û parlamenter Jean-Luc Melenchon li Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Fransayê axivî. Melenchon serdana Seroka Komîsyonê Marielle de Sarnez û hin parlamenteran a li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got, serdan ji bo nîşandana peyama ‘em bi we re ne’ ya ji bo Kurdan girîng e.

Yek DAIŞ didu Tirkiye

Jean-Luc Melenchon bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan li konferansên der barê avakirina Sûriyeyê de û gef û metirsiya Tirkiyeyê ya li herêmê bi bîr xist. Melenchon got, “Em dixwazin Kurd bibin xwedî sîstemeke federatîf.” Melenchon bi awayekî ji awayan jî weke belaya herî mezin bi nav kir: “Ji bilî çeteyên DAÎŞ‘ê hêza ku li herêmê aramiyê têk dibe Tirk in.”

Melenchon got, israra Tirkiyeyê ji bo di lîsteya terorê de bicihkirina navê PKK’ê jî wiha nirxand: „Bi vê yekê re welatên mîna Fransayê ji hevalbendê xwe yê herî girîng, ji Kurdan bêpar dihêle.”

Jean-Luc Melenchon di mijara dadgehkirina DAIŞ´iyên welatiyê Fransayê jî got, divê çete li Sûriyeya ku lê sûc kirine bên dadgehkirin: “Hêzên herêmî ku xwedî kapasîteya têkbirina dijmin û parastina herêmê ne, bi alîkariya me dikarin dadgehên bi wê armancê ava bikin.”

 

PARÎS