Hikûmeta AKP’ê weke planeke hêzên hegemonîk ên cîhanî mîna ku bi zembîlê were xwarê bi projeya Îslama nerm li Tirkiyeyê bû desthilatdar. Ji hemû hêlan ve ev pêla kesk hat destekkirin. Di hemû civînên navneteweyî de rol jê re hat dayîn ku karibe bibe modela hemû welatên Rojhilata Navîn ên xwedî baweriya Îslamî. 

Ev partiya ku serkêşiya Tirkiyeyê dike, ew ê tu carî nebûya model. Ji ber ku ew bi koka xwe neqşîbendî ye û maneya vê jî ew e ku terîqateke selefî ye. Bi rastî jî bi demê re ber bi îslama radîkal ve çû. Di hêla xapandin û mijûlkirinê de dîsa mîna gurê ku di nava mijê de nêçîrê bike, hertim ji tevliheviyên heyî fêde girtiye, li ser nakokiyên hêzan siyaset meşandiye û xwe daye jiyandin. 

Bi rêya politîkaya aboriya lîberal devereke Tirkiyeyê nema ku nekir milkê taybet. Bi derfetên dewletê hertim hegemonya xwe mezin kir û bi vî rengî ev 12 sal in weke partiya yekem li Tirkiyê desthilatdar e. Ji bo pirsgirêkên heyî jî weke ku dikare her kesî, li her derê bixapînê nêzîk bû. Ew ê bi rêya diyalogên qelp di mijara pirsgirêka Kurd de nêz bibûya, bi welatên cîran re jî xwedî sifir problem bûya. 

Lê dema em li rewşa Tirkiyeyê ya îro dinêrin, bi taybet di politîkaya xwe ya Sûrî de bi temamî bi bin ket. Bawer dikir ku dikare ji nakokiyên li herêmê sûdê wergire, her kesî îdare bike û li ser vê yekê xwe bide jiyandin û karibe hegemonya xwe ava bike. Di şerê di şexsê Sûrî de li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûyî de, hem wê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi rêya DAIŞ’ê şerê bi wekaletê bikira û di bin navê pêvajoya çareseriyê de hevdîtin bikira, hem jî di eniya Sunnî de cih bigirta û di formula heyî de serkêşiya hêzekê bikira. 

Lê hemû hesabên AKP’ê yên qirêj di şerê Kobanê de pûç bûn û maskeya wê jî ji rûyê wê ket. Ji hêlekê ve pêvajoya qaşo çareseriyê li Tirkiyeyê bi dawî bû û Tevgera Azadiya Kurdistanê li Kurdistanê hemûyî rêveberiyên xweser îlan kirin û li ser wê şer dest pê kir. li hêla din jî hemû mutefîkên wê Emerîka jî di nav de bi hêzên me YPG/YPJ´ê re li hev kir û îro li bakurê Sûriyê gavên dîrokî tên avêtin, li hemberî DAIŞ’ê serkeftinên mezin tên bidestxistin. Di hêla siyasî de jî êdî hêzên cîhanê bi Kurdan re dixwazin rêya ber bi çareseriya pirsgirêka Sûriyê ve dewam bikin. Ji bo ev yek nebe, AKP bi hevkarên xwe yên Kurd ên weke PDK’ê re hemû kartên xwe bi kar anîn. 

Dema me projeya xwe ya neteweya demokratîk xist pratîkê û li ser vê hêzên Sûrî yên demokratîk û Meclîsa Sûriya Demokratîk hat avakirin, bi hevdû re dest pêngavên rizgarkirina bakurê Sûriyê kir û bi taybetî jî piştî Rûsyayê ket axa Sûrî û li bakurê Sûriyê dest bi şer kir. 

Dema ji milê  Efrînê ve hêzên me dest bi operasyonê kir. Wê demê îtifaqa di navbera Tirkiyê û koalisyonê de xirab bûn û alozî gihîşt asta herî bilind. Niha jî mîna gurê birçî yê li nava berfê maye, har bûye, sûravka binketina DAIŞ’ê û ya xwe ji serê gelê me yê li Bakur derdixîne û herêmên Rojava bombe dike. Bi vê yekê bawer dike ku ew ê Rojava dagir bike, lê her gaveke ew davêje hêrsa gelên li Rojava li beranberî xwe radike û Tirkmen jî di navê de yekitiya gelan mezintir dike. 

Li Efrînê bi hezaran Erebên ji ber êrîşên Tirkiyê ji cih û warên xwe bûyî, li dijî politîkayên AKP’ê yên dijminatiyê meşeke protestoyî li dar xistin. Di meşê de peyama jiyana hevbeş, biratiya gelan û têkçûna politîkayên AKP’ê dan. Ji bo wê, ji niha ve AKP têk çûye û biratiya gelan bi ser ketiye.