Parêzer û hiqûqnasên ku li ber Baroya Stenbolê li hev kom bûn, pankarta reş vekirin û heta Qada Galatasarayê meşiyan. Di meşê de endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî da meşa parêzeran. Parêzeran û girsê bê navber dirûşmeyên "Em hemû Kurd in. Em hemû KCK'î ne", "Bijî biratiya gelan" berz kirin.
Piştî meşê Prz. Ercan Kanar, daxuyanî xwend û diyar kir ku di serî de xwestin BDP'ê li dijî siyasetê bihêlin û siyasetmedarên Kurd binçavkirin û girtin. Kanar, da zanîn ku niha jî parêzer û nivîskaran digire û dixwaze civakê bê parastin bihêle û wiha got: "Êdî Tirkiye bûye dewleta binçavkirinê. Tenê dozger û dadgerekî erkdar ê Dadgehên Bi Rayeya Taybet a Cezayên Giran heye ew jî Serokwezîr Erdogan e. Ez li vir im. Ez dê li xwe îxbar bikim. "
Prof. Dr. Gencay Gursoy, jî bertek nîşanî operasyonê da û wiha got: "Serokomar Gul got dê tiştên baş bibe. Raste dê tiştên baş bibûya. Lê em îro dibînin ku ewlehiya me tu kesî tune. Divê em hemû bi hevre têbikoşin."
Pişt re Prz. Sevînç Sarikaya daxuyaniya hevbeş xwend û bertek nîşanî operasyonan da. Sarikaya, anî ziman ku di lêgerînê de hiqûq hatiye binpêkirin û gelek mafê parêzeran ên taybet hatiye îhlalkirin. Sarikaya, destnîşan kir ku li ser navê operasyona KCK'ê êdî li dijî parêzeran jî operasyon tê lidarxistin û niha mafê parastinê ji destê welatiyan tê derxistin."

Sarikaya, destnîşan kir ku ev operasyon li dijî tevgera gelê Kurd e û wiha berdewam kir: "Heman hişmendiyê dema li Wanê alîkarî dida welatiyan li aliyê din bi bombeyên gazê êrîşî mexdûran dikir. Niha jî li aliyekî banga 'Em bi hevre makeqanûnê ava bikin' dike, li aliyêdin jî operasyonên siyasî berdewam dike. Parlameterê BDP'ê kelepçe dike û dişîne girtîgehê siyasetmedar tên girtin. Niha jî parêzer dane ber xwe. Dixwazin civakê gelê Kurd bê parastin û parêzer bihêlin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd û parêzerên wan biparêzin hene."

STENBOL