Doh danê nîvro ajansa nûçeyan Hawarê ragihand ku di çarçoveya operasyona QSD´ê ya li kantona Efrînê de, endamê QSD´ê Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) gundê Kefer Naya rizgar kiriye. Artêşa Şoreşgeran ev gund ji çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam rizgar kir.
Li gorî nûçeyên ji çavkaniyên herêmî jî tên bidestxistin, hawîrdora bajarok Til Rifet jî ji aliyê QSD´ê ve hatiye rizgarkirin. Li gundê Kilcibrin jî şer di navbera çeteyan û hêzên QSD´ê de diqewime. Ha di vê rewşê de, topbaran dewleta Tirk qet ranaweste û çeteyên El-Nusra û Ehrar el-Şamê hewl didin di dema topbaranê de bi êrîşan pêngava QSD´ê asteng bikin.
Tirkiye bi topbaranê destekê dide çeteyan
Ji ber serketina QSD´ê li Efrînê, artêşa Tirk beriya 3 rojan topbarana xwe dabû destpêkirin û doh jî bênavber ev topbaranê dewam kir. Di encama topbarana doh de li bajarokê Dêr Cemal zarokekî 10 salî jî di navê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan hemwelatiyên sivîl birîndar bûne.
Artêşa Tirk ji Qereqola Akçabaglar a li beramberî gundê Yazî Baxê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaranê pêk tîne. Li gorî agahiyên ANHA´yê topbarana artêşa Tirk li dijî gundên Kefer Antewan, Merehaz, Elqemiyê, El-Malikiyê, bajarokê Til Rifet û Balafirgeha Minixê pêk tê.
Li aliyekî din nûçegîhana ANHA’yê diyar kir ku artêşa Tirk ji Qereqola Akçabaglar a girêdayî Kilisê li dijî herêma Efrînê û gundewarê Helebê çar topavêjan bikar tîne.
Dewleta Tirk bombeyên guşî yên qedexekirî bi kar tîne
Li aliyê din hat zanîn ku artêşa dewleta Tirk di topbarana li dijî gundewarê Helebê û gundê kantona Efrînê de bombeyên goşî jî bi kar tîne. Herî dawî jî artêşa Tirk ev bombeyên qedexekirî li dijî gundên Meryemîn, Kefercenê û Qitmê yên kantona Efrînê, û gundên Merenaz, bajaroka Minix û Tinibê yên Helebê bi kar anîn.
EFRÎN