Bajarê Serêkaniyê ku nêzî 15 rojan ji aliyê komên çete ve dihate talankirin, ev kom rastî berxwedana Yekîneyên parastina Gel (YPG) hatibûn. Piştî şerê 15 rojan, li ser daxwaza komeke kesayetên muxalîfên Sûriyeyê ku xwe nêzî Hevpeyamaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Muxalefetê dibîne û xwe weke Hevgirtina Aramiya Civakî bi nav dike, xwestin di navbera muxelefeta Sûriyeyê ya derve Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzen Şoreş û Muxalefetê, û Desteya Bilind a Kurd de navbeynkariyê bikin.
'Davutoglu asteng kir'
Kesên xwestin derbasî bajarê Serêkaniyê bibin û hevdîtina bikin rastî astengiya dewleta Tirk hatin. Li gorî agahiyan, dema şanda navbeynkar xwestine derbasî Serêkaniyê bibin, bi fermana Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davudoglu hatine rawestandin û ji wan re hatiye gotin ku ji ber rewş ne arame hûn nikarin derbasî bajêr bibin. Ji ber vê yekê şanda ku dixwest navbeynkariyê bike şûnde vegeriyan û ev hevdîtin pêk nehat.
' Gelê Serêkaniyê silav kir'
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd zanî ku ev şande ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye astengkirin, bi awayekî asayî dest bi bernameya xwe ya gera li bajêr kir. Şanda DBK'ê ku ji endamên wê Aldar Xelîl, Ebdulselam Ehmed, Ehmed Silêman, Îsmaîl Hemê û Îlham Ehmed jî pêk dihat li tevahiya bajêr geriyan û rewşa bajêr ji nêz ve şopandin. Desteya Bilind a Kurd berxwedaniya YPG'ê û gelê ku li bajarê maye û derneketiye silav kir.
Endamên DBK’ê ku li nava bajarê Serêkaniyê bûn, di nava gera xwe de serdana navenda Çand û Huner a Serêkaniyê Rustem Cûdî jî kirin. Endamên navenda Rustem Cûdî bi dilgermî pêşwaziya endamên DBK kir û spasiya xwe ji bo serdan bajêr nîşan dan. Endamên navenda Rustem Cûdî bal kişandin ku ew her gav li cem Desteya Bilind in û daxweza yek rêziya hemû Kurdan kirin.
Bi tilîliyan pêşwazî kirin
Her çendî rewşa bajarê Serêkaniyê ji aliyê ewlekarî û binesaziyê ve xirab be jî, lê gelê Serêkaniyê bi heyacan û moralekî mezin pêşwaziya Desteya Bilind a Kurd kir. Dema mirov li kolanên Serêkaniyê dimeşe, bi ruhetî mirov li rastî şopên dijwariya şer tê. Dîsa li serê her kolanekê, kuçe û deriyekî dirûşmên 'Bijî YPG’ û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hene.
Jin û zarokê li bajarê Serêkaniyê dijîn bi dirûşim û tilîliyan şanda Desteya Bilind a Kurd pêşwazî kirin.
SERBEST RRÊZAN /SERÊKANIYÊ
Hewldanên diyaloga bi rejîmê re
Ji aliyekî din ve hewldanên heypeymana Niştimanî ya Sûriyeyê ên diyalogê jî ne li gorî dilê hin welatên Kendavê û Tirkiyeyê ye.
Serokê Hevpeymana Niştimanî ya Sûriyeyê Mûaz El-Xetîb teqez kir ku ew amadeye bi cîgirê serokê Sûriyeyê Farûq Şera re li ser çûyîna rêjîma Beşar Esed goftûgo bike, ev yek jî li gor gotina Xetîb bi armanca rizgarkirina welêt ji rijandina xwîna zêde û wêranbûnê ye.
Di hevpeyvînekê li gel kanala Erebiyê, Mûaz Xetîb ji rêjîma Beşar Esed derbarê banga xwe de helwesta aşkera xwest. Xetîb teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê ne li ba Rûsya û Amerîka û ne jî li Îranê ye çareserî tenê li ba gelê Sûriyeyê bi xwe ye.
Mûaz wiha got: “Ya girîng ewe ku rêjîm goftûgoyê li ser bîngeha çûyîna xwe erê bike.” Amaje bi wê yekê jî kir ku, eger rêjîm vê yekê qebûl bike divê em rê li pêşiyê negrin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji aliyê xwe ve piştgîriya Xetîb ya bo diyalogê kir û ragihand ku ev yek bi destnedayîna Esed guncave û bang li rêjîma Sûriyeyê kir ku divê helwesta xwe aşkera bike.