Kurd bi serdikevin û statûkoya herêmê ya sed salî dihejînin. Statûkoya siyasî ya li ser tunekirina Kurdan hatiye sazkirin hildiweşe û aktorên wê ketine nava tirsa hebûn û nemanê. Yên ku hebûna xwe bi tunebûna Kurdan ve girêdane, ji ber vê tirsê hemû hovîtiya xwe ya dijînsanî li ser Kurdan re vedireşînin…

Serketina Kurdan a di hilbijartina parlamentoyê ya Tirkiyê de û li Rojava rizgarkirina Girê Spî ji bo guhertina hevsengê siyasî yê Rojhilata Navîn nîşaneyên nû derxist holê. Kurd êdî wek aktorekî sazûmankarê demokrasiyê yê bi vîn mohra xwe li siyaseta Rojhilata Navîn dixin. Ev rasti, rejîmên serdest ên ku heta îro Kurdistanê mîna baxê bavê xwe bikaranîne û ji bo tunekirina Kurdan çi hovîtî heye, pêk anîne, ji binî ve dihejîne. 

Bi taybetî jî dewleta Tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe ji bo pêşiya xwedîstatûbûna Kurdan bigire û serketinên wan têk bibe, li pêş çavên raya giştî ya cîhanî her cûre piştgiriyê dide hovên DAÎŞ’ê. Vê hevkariyê roja çarşemê (25.06.15) li Kobanê xwîna jin û zarokên Kurd rijand. Endamên DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk ji Bakur derbasî Kobanê bûn û bi dehan Kurdên sivîl kuştin, bi sedan jî birîndar kirin…

Wekî tê zanîn; piştî serketina HDP’ê ya hilbijartinê û rizgarbûna Girê Spî, rayedarên Tirk bi rojan civînên ewlekariyê pêk anîn. Di serî de Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û çapemeniya Tirk a dij-Kurd tehdîdên xwe yên li ser Kurdan hên zêdetir kirin. Erdogan dibêje, “Herkes di derbarê PYD’ê de şaşitiyê dike.“ Çapemeniya Tirk, bi taybetî jî ya girêdayî AKP’ê û yên nijadperest manşetên “PYD ji DAÎŞ’ê xirabtir e!“ davêjin, nivîskarên wan bi nivîsên xwe her roj tehdîdan li Kurdan dibarînin û dibêjin, “Divê em mudaxaleyî korîdora Kurdî bikin, nehêlin ku kantonên Rojava bigihînin hev…“ û hwd…

Li beramberê vê yekê; rojek beriya komkujiya Kobanê, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û raya giştî ya cîhanî pesna qehremaniya şervanên Kurd dikirin, nûnerên Rojava li parlamentoya Îtalyayê hatin pêşwazîkirin. Herwiha; piştî encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, Serokê DYA’yê Barack Obama rexne li Tirkiyê kiribû ku Tirkiye li hember tevger û çalakiyên DAÎŞ’ê yên li Sûriyê tu tedbîran nastîne...

Wexta mirov vî tabloyî bi giştî bixwîne, Kurd bi hêz û siyasetên xwe bi serdikevin, wek pêşengê siyaseta azadî û demokrasiyê bandorê li ser tevahiya siyaseta Rojhilata Navîn dikin û dîplomasiya Kurdî di qada navneteweyî de her diçe zêdetir xuya û bibandor dibe.

Bi serketina Kurdan re, dewleta Tirk, DAÎŞ û hevkarên wan ên dij-Kurd wenda dikin. Kurdên kole bi serdikevin, serdestên Tirkiyeya berdewamiya 15 dewletên dîrokî û xwediyê mîrasa Împaratoriya Osmaniyan wenda dike. Ji ber vê yekê, Tirkiye û DAÎŞ hemû hovîtiya xwe li ser Kurdan re dibarînin  û dixwazin tola xwe ji Kurdên bêgune hilînin!.. 

Dewleta Tirk bi vê siyasetê û bi vî ferasetî Kurdan jî wenda dike. Ma kîjan Kurd wê bixwaze bi dewletekî xwedî feraseteke wer a dij-Kurd re bijî? Kîjan Kurd kane tim û tim li ber êrîş û heqaretên rojane xwe bigire?..

Helbet bi rewşa nû re Kurd xwedî tecrûbeyên nû jî dibin. Her pêşketin û serketin bi bedelên giran, bi êş û xwînê pêk tên. Kurd her çiqas li Rojhilata Navîn wek aktorekî demokrasî û azadiyê derkevin pêş jî, ji ber ku kevirên statûkoyê ji binî ve dihejînin, ji her demê zêdetir bi metirsiyan re rû bi rû ne. Komkujiya dawî ya li Kobanê pirr aşkere raxist ber çavan; ku hêj riya ku Kurd bimeşin, pirr dirêj e; rêxistinîkirina jiyana azad, demokratîk û xweser û berî her tiştî jî pêkanîna ewlehî û xweparastinê…