Altan da xuyakirin, ku çareya hemû derdên li Tirkiyeyê, pêkanîna demokrasiyê ye, lê belê desthilatdariya heyî ya siyasî ev demeke dirêj e li şûna pêşdebirina demokrasiyê, berê xwe daye rêyeke ne kêmî rejîma 12’ê Îlonê.

Altan bal kişand ser konsepta înkar û tinekirinê ya AKP li bajarên Kurdan di çarçoveya polîtîkaya antî Kurd de dimeşîne û got, “Şîdet li nava tevahiya civakê belav bûye. Di maçên futbolê de li hakeman dixin, rêveberên Amedsporê ji trîbunan davêjin. Ne tenê di sporê de. Em gihaştine asteke welê ya tirsnak, ku ewlekariya jiyanê ya jinan ji holê rabûye. Dema hiqûq û demokrasî nebe; me dît ku civak wê têk biçe, parçe bibe û di nava xwînê de bimîne. Lê mixabin ev yek her tim hat serê me. Bûyera ku em jê re faşîzma Îslama siyasî dibêjin; guhertina rêxistinbûyîna demokratîk, bi zext û zordariyê re Sûnîkirina Tirkiyeyê, di ser koçberên Sûriyeyî re guhertina erdnîgariya Kurdan û Elewiyan e. Di encamê de jî rêyeke dojehê ya ber bi faşîzma Îslama siyasî tê afirandin ku ev rê dûrî hiqûq, demokrasî û aştiyê ye.”


‘Çareserî demokratîkbûyina komarê ye’

Prof. Dr. Altan destnîşan kir, ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokrasiyeke radîkal a Komara Tirkiyeyê dibe û got, “Heta ku veneguhere komareke demokratîk a rasteqîn, aştiyeke mayînde nepêkan e. Ji xwe me dît ku ew pêvajo veguherandin amûrek îqbalê. Dema ku xwe negihand wê armancê jî Tirkiye veguherand gola xwînê. Hînê jî ev rewşa tirsnak a şîdetê dewam dike. Ji ber vê yekê divê Tirkiye derhal demokratîk bibe, reformên bingehîn û mayînde bên kirin, veger li feraset dewleta hiqûqê bê kirin û pêşî li vê denejerekirinê bê girtin.”


HASAN YOLDAŞ/ANF/RIHA