Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar parêzer Ercan Demir xwend. Demir bibîrxist ku îro salvegera 65’emîn qebulkirina Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ye û wiha got: “Ligel vê di roja îroyîn de nirxên şaristaniyan tên binpêkirin, destkeftiyên mafên mirovan paşve diçin û ne mirov beriya mirov giranbuhabûna pere û windabûna wekheviyê tê dîtin. “ Demir da zanin kul i aliyekê bi pêkanînên neo-liberal wekheviya civakî kêm dibe li aliyê din jî bi xizaniyê mirovan dixin nava gumana ewlehiya civakî.
Demir diyar kir ku sala 2011’an li Tirkiyeyê ji aliyê binpêkirina mafan de pirsgirêkek cidî bû û wiha pê de çû: “Di navbera salê de bi taybetî di mijara Pirsgirêka Kurd de şidet û pêvçûn derket asta herî jor. Ligel vê di 2011’an de sernavên qedexeya işkenceyê hat ixlal kirin, mudaxaleyên li dijî mafê çalakiyan, dadgehên raye taybet girtinên kêyfî û demdirêj, rojnamegerên girtî, di girtigehan de mirin, reda wicdanî, şideta li hember jinê, pirsgirêkên derdor û ekolojiyê derketin pêş.” Demir bibîrxist ku li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê di 11 mehên sala 2011’an de 473 kes bi idiaya işkence dîtiye serî li wan daye. Demir, diyar kir ku ligel serlêdanan 207 kes dîsa rastî işkenceyê hatine.
Mirin ranawestin
Demîr diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Dokumatasyona TÎHV’ê ji 1’ê çileya2011 heta 30’ê mijdara 2011, di encmaa îşkence û muameleyên xirab de 4, di girtîgehan de 35, bi hinceta ‘guh nedan banga raweste’ 19, di encama mitîng û xwepêşandanan de 6 kes hatine kuştin û di encama xwepêşandanan de 271 kes jî birîndar bûne.
Demîr di berdewama daxuyaniyêde bal kişand ku operasyonên KCK’ê siyasî ne û destnîşan kir ku hîna jî berdewam dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; Li gorî daneyên TÎHV’ê ji 14.04.2009 heta 28.11.2011 bi gişrî 4.195 kes hatine binçavkirin û 1.833 kes hatine girtin. Tenê di sala 2011 de 2.313 binçavkirin û 942 girtin pêk hatine.
Zextên li ser endam û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan, aşitîxwaz hatine şidandin, gelek kes hatine girtin û bi darizandinê re rû bi rû mane. Niha jî 14 rêvebern ÎHD’ê girtî ne.
ANF/ÎZMÎR