REWŞAN DENIZ/MAINZ


Çapemeniya Tirk a nijadperest û nêzî hikûmeta AKP´ê pêşangeha wêneyan a Hatice Ogur a li Parlamena eyaletê ya li Mainzê hat vekirin, ji êrîşên xwe re kir hedef.

Wênegir Hatice Ogur nerazîbûn nîşanî van êrîşan da û got, “Ez ne mecbûr im îsbat bikim di vê pêşangehê de ka huner çi ye. Tirkiye dewleteke ku huner dike pirsgirêk.” Pêşangeha Ogur a ji zanîngeha Mainzê ji beşa ragihandin û sêwirandin ji 29´ê Tebaxê ve li avahia parlamena eyaletê ya Rheinland-Pfalzê li xelkê vekiriye. Li navenda pêşangehê lêgerîna jinên KUrd a li azadiyê heye.

Çapemeniya Tirk ha ev pêşangeh ji ber ku wêneyên gerîlayên jin tê de cih digirin, weke ku “propagandaya terorê” bike hatibû danîşan û êrîşî wênegira wêneyên pêşangehê Hatice Ogur kiribû.


Sansûr nîne

Pêşangeha li parlamenê doh bi dawî bû Ogur jî ji me re li ser êrîşkariya çapemeniya Tirk got, “Ya min kirî huner e. Ez ne mecbûr im îsbat bikim di vê pêşangehê de ka huner çi ye. Tirkiye dewleteke ku huner dike pirsgirêk.”

Ogur li ser îdîayên êrîşkar ên çapemeniya Tirk jî got, “Mesele elaqedarî azadiya huner e. Ez wêneyên xwe çawa bin wisa pêşan didim. Ew bi tenê wêneyên gerîlayan dikin pirsgirêk. Di pêşangehê de 14 wêne hene û tenê çendek ji wan ên gerîlayan in. Bi heman rengî hewl dane navê pêşangehê biguherînin.”