Tirkiye di serî de heta niha ji bo valakirin û bêmijarkirina Kobanê gotina “li Kobanê sivîl neman” her tim bi kar tîne û dixwaze vê argumanê xert bike vê carê jî berê xwe da welatiyên li xeta sînor dimînin. Rayedarên tirk, li rojavayê Kobanê welatiyên ku li nêzî gundê Tîl Şeîrê dimînin li dijî welatiyan pêkûtiyan dikin.Tirkiyeyê berê gelek caran êrîşî welatiyên sivîl ên li ser sînor kirin û heyeteke ji Walîtiya Riha û Qaymeqamiya Pirsûsê şandin cem welatiyên li ser sînor û xwestin hemû eşyayên xwe û wesayîtên xwe berdin û derbas biçin. Ji ber ku gel ev ferskirin qebûl nekir vê carê jî rastê êrîşa bi bombeyên gazê hatin. Di êrîşê de gelek welatî birîndar bûn û leşkeran bi gotina “hûm heywan in, ne mirov in” heqeret li gel kirin. Di vê navberê re leşkerekî bi paye yê paşnavê wî “Mîrza” ye gef li rojnamegerên ku li aliyê Kobanê dîmen dikişandin xwar. Leşker gelek kes derbkirin û piştre jî zarokek girtin hembêza xwe ji bo çapemeniya alîgir poz dan.
‘Em vê zilmê qebûl nakin’
Bombeyên gazê bandor li ser gelek welatiyan kir û weyatiyê bi navê Merwan ê ji Kobanê ye ji serê xwe birîndar bû. Piştî ku gel bersiv da êrîşa leşkeran gelek welatî ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Welatiyan diyar kirin ku heyeta hatiye li ser wan ferz kirine ku eşya û wesayîtên xwe berdin û derbasî aliyê Pirsûsê bibin, lê ew ê vê yekê qebûl nikin. Welatiyê bi navê Osman Şukru anî ziman ku leşker di rojên dawî de ji bo herêmê biterikînin gefên xwe zêde kirine lê we naxwazin axa xwe berdin.
Eşyayên gel desteser kirin
Şukru ev tişt anî ziman: “Hatin vir ji me re gotin wesayît û eşyayên xwe bihêlin û derbas bibin. Hatin bi me re çend wêne kişandin û çûn. Piştre leşkeran bombeyên gazê avêtin, êrîşî me kirin, gule berdan.” Welatiyê bi navê Ebû Elî jî anî ziman ku her tiştên wan leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ’ê di navbera xwe de parvekirine. Welatiyê bi navê Îbrahîm Şêx Midemmed jî diyar kir ku Tirkiye dixwaze Kobanê bide valakirin û ji bo vê yekê jî pêkûtiyê li wan dike.
DIHA/KOBANÊ