Ji fermandarên QSD‘ê Hisên Şayîtî têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê got, Tirkiye bi van êrişan destekê dide DAIŞ‘ê. Her wiha fermandar Hisên anî ziman ku ew tev li QSD‘ê bûne da ku Sûriyê ji terorê rizgar bikin.
Hisên Şayîtî ferdekî ji eşîra Şayîtan e ku eşîreke mezin û eyan e li herêmê. Fermandarê QSD‘ê Hisên Şayîtî bal kişand ser rola eşîra Şayîtan a li dijî çeteyên DAIŞ´ê û wiha peyivî: “Eşîreya Şayîtan ji destpêkê ve li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer kir. Çeteyên DAIŞ‘ê piştî ku derbên giran ji QSD‘ê xwarin, gef li eşîreya me xwar. Îro em di nav Hêzên Sûriya Demokratîk de erdê xwe ji DAIŞ‘ê paqij dikin û tola şehîdên xwe hiltînin. Çeteyên DAIŞ‘ê ji bo em di nav Hêzên Sûriya Demokratîk de cih negirin, gelek caran em tehdît kirin.“
Armanca me ya yekem tinekirina DAIŞ´ê ye
Hisên Şayîtî li ser tevlîbûna xwe ya nava QSD‘ê û pêngava rizgarkirina Dêra Zorê got, “Destpêkê Hêzên Nuxba ya Sûriyê hatin avakirin. Ez jî di nav vê hêzê de bûm. Ehmed El-Cerba gelek soz têkildarî destpêkirina pêngava rizgarkirina Dêra Zorê dan, lê ti pêngav ji aliyê wan ve pêk nehatin. Piştî ragihandina pêngava rizgarkirina Dêrazorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve min cihê xwe di nava vê hêzê de girt. Ji ber ku armanca wê rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê û şerê terorê ye. Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk armanca me ya yekem tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê ye. Êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wê yekê ne ku nefesê bidin DAIŞ‘ê û temenê wê dirêj bikin.”
Em hêzeke Sûrî niştimanî ne
Têkildarî îdîayên hin dezgehên çapemeniyê ku QSD weke bi “Milîs” bi nav dike, Fermandarê QSD‘ê Hisên Şayîtî got, “Hêzên Sûriya Demokratîk ne milîs in, em hêzeke Sûrî niştimanî ne, şervanên wê ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tên, wekî hêz em şerê terorê dikin û gel û xaka xwe rizgar dikin, û aştî û biratiya gelan belav dikin.”