Li ser Sûriye û Rojhilata Navîn, Erdogan û AKP dixwazin mezin bilîzin ku mezin qezenc bikin. Lê her daxwaza ku mezin bilîze nayê wê wateyê ku ew ê mezin qezenc bike û encameke serketî karibe bi dest bixîne. Erdogan û AKP’ê di 24’ê Tebaxê de roja şerê Mercîdabiqê de Cerablûs dagir kirin. Erdogan xwest ku bi rola Yavuz Sultan Selîm rabe û deriyê Rojhilata Navîn careke din jê re vebe. Lê war ew war be jî, dem ne ew dem e, Erdogan û AKP wê nikaribin vê daxwaza xwe pêk bînin.
Her çiqas Erdogan û AKP rola Împaratoriya Osmanî ya dema Yavuz Sultan Selîm ji xwe re kiribe hedef jî di rastiyê de kompleksa Erdogan û polîtîkayên AKP’ê dişibe dema hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan û Enwer Paşa. Împaratoriya Osmanî têk diçû, lê Enwer Paşa berê xwe dida Sariqamişê. Erdogan û AKP jî bi eynî kompleksê hereket dikin û polîtîkayên xwe li ser vî esasî diyar dikin. Jixwe, li gorî Erdogan û AKP’ê ji îlankirina komara dagirker vir ve neheqiyek li wan bûye. Tevahiya Erebistanê ji destê wan çûye. Ji bo vê jî dibêjin, Lozan ne serketî ye. Di van rojan de bi bibîrxistina sînorên Mîsak-î Millî daxwaza xwe ya dagirker nîşan didin.
Li ser esasê dagirkeriyê berê xwe dane axa Ereban û Kurdistanê. Erdogan vê daxwaza xwe bi gotina “di sehayê de jî û li dora masê jî em ê hebin” tîne ziman. Ji bo vê jî bi awayekî bêexlaq dikeve damara şovenîst a Tirk. Di rastiya xwe de li Bakur rojane darbe li ser darbeyê dixwe. Ciwanên feqîr ên milet tên kuştin. Lê haya civaka Tirkiyê ji vê nîne. Esas, di rewşeke normal de civaka Tirkiyê divê rabe ser piyan û bibûya sedema têkçûna Erdogan û AKP’ê. Niha jî dîsa ew ciwanên feqîr berê wan dide sehayek bi mayin û kî bê kuştin jî ne xema Erdogan û AKP’ê ye. Ji bo vê heta ew damara şovenîst a Tirk hebe, Erdogan û AKP jî wê vê rewşê bi awayekî bêexlaq bi kar bînin. Erdogan û AKP dema kevneperestiya îslamî jî didin ser damara şovenîst, ji xwe re hêzekê û psîkolojiyekê ava dikin. Ji bo vê dibêjin em ê biçin Babê jî Mûsilê jî. Li hespê xwe siwar bûne, şûrê xwe kişandine û dibêjin, em ê biçin her derê. Diyar e ku ev netebitîbûna wê ji endamtiya NATO’yê tê. Lê gelê Kurd, civaka Ereb, Xiristiyan û Tirkmen jî wê vê siyaset û dagirkeriya dewleta Tirkiyê qebûl nekin.
Di roja îro de li ser êrîşên Erdogan û AKP’ê yên ji bo gelê Kurd bêdengiyek heye. Lê ev nayê wê wateyê siyaseta Erdogan qebûl kirine. Li gorî em dizanin tu kes ji Erdogan û siyaseta wî nerazî ye. Çima ku Erdogan û AKP li ser esasê çareserkirina pirsgirêkan hereket nake. Berovajî vê li her derê dibe çavkaniya alozî û nakokiyan. Rexmî ve, artêşa dagirker bi tang, top û hêza xwe ketiye nava axa rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê.
Li Sûriyê êdî rojane denge têne guhertin. Di helwesta koalîsyon û Rûsyayê de weke encam qebûlkirinek heye. Êdî çi tawîz ji dewleta Tirkiyê girtin, Erdogan û AKP’ê xwe çawa firotine, em nizanin. Lê diyar e ku ev rewş jî wê demdirêj neçe. Eger dewleta Tirk destdirêjiya Bab û navenda axa Sûriyê bike beriya her tiştî gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan û Tirkmen wê rabin ser piyan. Jixwe, îro di nava berxwedanê de ne. Eger rejîm xwe xwedî kesayet dibîne, wê bêdeng nemîne. Rûs heta kengî wê bêdeng bimînin, ne diyar e. Eger di helwesta koalîsyonê de guhertin nebe, ev tê wê wateyê ku koalîsyona navneteweyî stratejiya xwe ya li ser Sûriyê û Rojava guhertiye. Di vê merheleyê de ew ê tiştekî wisa bikin an jî nekin, ew jî ne diyar e.
Lê ji hemûyan girîngtir civakên xwedî têkoşîn û azadîxwaz di serî de gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan, berxwadana xwe hîn di asteke bilind de dewam bikin. Bi rastî, rê nedin dewleta dagirker ku li ser axa bakurê Sûriyê û Rojava xwe bi cih bike. Ji îro şûnde mirov dikare bibêje, taybet bi dagirkeriya Tirkiyê re denge û nakokiyên li ser Sûriyê û bakurê Sûriyê ber bi guhertineke ciddî ve diçin. Di vê guhertinê de ji bo şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê bi temamî ji bo gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan wê pirr derfet jî çêbin û pirr astengî jî derkevin holê. Dema derfetên heyî bi siyaseteke rast, bi têkoşîneke encamgir û bi îradeyeke xurt bê bikaranîn, tu şensê dewleta Tirk ya dagirker wê nebe. Dewleta Tirk ya dagirker bi van hewldanan gora xwe dikole. Rojava, bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn wê ji dewleta Tirk re bibe goristan. Di heman demê de aqûbeta dewleta Tirk ya dagirker wê li Iraqê jî heman tişt be.