Dema ku serekçeteyê DAIŞ´ê Ebûbekir el-Bexdadî di operasyoneke hevbeş a îstîxbarî ya QSD´ê û DYE´yê hat kuştin, serokê DYE´yê Trump gotibû, ew li ji dinyayê qut bû. Lê niha rojnamevana kanala televizyonê ya Erebî Al-Anê Jenan Moussa derxist holê ku li mala Bexdadî lê hatiye kuştin, xeta înternetê hebûye. Û ev xeta înternetê weke li temamê Idlibê, di ser Tirkiyeyê ve bi rêya çeteyan tê misogerkirin.
Rojnamevanê derxist holê ku di nava 9 mehan de 211 gigabyte dane ji înternetê hatine daxistin û bi 11 gigabytan jî lê hatine barkirin. Heta roja ku operasyon bûye jî ji vê malê înternet hatiye bikaranîn.
Jenan Moussa xwe gihandiye belgeyên li ser bikaranîna daneyan a şirketa ku ev xeta înternetê daye mala Bexdadî lê dima.
Ebû Mihemed e-Helebî, xwediyê erd û mala li ser vî erdî, ev xeta înternetê kirê kiriye. Xet 1´ê Sibatê hatiye kirêkirin û heta bi şeva operasyonê yanî 27 Cotmehê jî çalak bû. Roja ku operasyon bû, heta nîvrojê ji vê xetê 7 caran înrternet hatiye bikaranîn ji bo saetek û nîvê. Bikaranîna dawî jî 4 deqîqeyan dewam kiriye. Ev xetên înternetê ku çete wan organîze dikin, di ser Tirkiyeyê ve tên Idlibê û digihijin bajarokê Barîşa jî ku Bexdadî lê hat kuştin. Yanî înterneta Bexdadî û serektiya çeteya DAIŞ´ê jî ji Tirkiyeyê hatibû misogerkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN