Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber kuştina leşker Ekrem Kurt li Tirkiyeyê 18 hezar Euro cezayê pereyan birî. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji ber ku Ekrem Kurt li Fermandariya Cendirmeyan a Qilabanê hate kuştin der barê Tirkiyeyê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz vekiribû. Piştî ku ÎHD'ê piştgirî da malbata Kurd û doz birin DMME'ê doz piştî 4.5'an bi encam bû û Tirkiye hate mahkumkirin. Parêzera ÎHD'ê Reyhan Yalçindag Baydemir, anî ziman ku di vê rewşê de dibe ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê bê derxistin. Yalçindag Baydemîr, anî ziman ku raste rast dewlet û leşkerî ji kuştina leşkeran berpirsiyar e. Baydemir, destnîşan kir ku leşkerên ku li leşkeriyê tên kuştin bê razibûna wan û malbata wan bi zorê dişînin leşkeriyê û sedem û çawabûna kuştinê bi çi rengî dibe bila bibe leşkerî berpirsiyarê vê kuştinê ye. Baydemîr, da zanîn ku kesên bi zorê diçin leşkeriyê derûniya wan xera bide û sedema vê yekê jî zordariya leşkeriyê ye. Yalçindag Baydemîr, bal kiyand ser kuştina leşker Ekrem Kurt jî û wiha got: "Malbatê goti ku kurê me ji bo leşkeriyê nabe. Berê hişyarî kiribûn. Kurt beriya ku bê kuştin li malbatê geriya bû û gotibû 'Ez pir ditirsim. Min bê çek derdixin operasyonan. Piştî wê hate gotin ku dema çûye tuwaletê bi çeka hevalê xwe dawî li jiyana xwe anîye. Ev yek mirovan dixe nava şik û gumanan."


DÎHA/AMED