Bi sedan Kurdên li Lubnanê li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Beyrûtê xwepêşandanek li dar xist û wan xwest dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê bi dawî bibe.18`ê Adarê salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Li paytexta Lubnanê Beyrûtê, pêr bi sedan Kurdî xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li herêma El-Rabiyê li dar xist û wêneyên şehîdan hildan. Piştî rêzgirtinê, çalakvanan daxuyaniyek da, ku endamê TEV-DEM`ê Xalid Xalid ew xwend.
Çalakvanan di daxuyaniya xwe de got, “Wekî çawa xuya ye ji her kesî re dagirkirina Efrînê bi erêkirina navneteweyî û hevkariya gelek dewletên NATO’yê û dewleta mezin mîna Rûsya pêk hat a ku bi hinceta parastina Sûriyê û yekbûna xaka wê bike, destwerdana Sûriyê kir. Di heman demê de bi dewletên dagirker re hevkar e, li şûna ku wan red bike.”
Em li benda vegera li Efrînê ne
Çalakvanan di daxuyaniyê de binpêkirinên Tirkiyeyê li Efrînê şermezar kirin û got, “Dagirkeriya Tirkiyeyê ya faşîst planên xwe ji kuştin, talankirin û guhertina demografîk li Efrînê pêk anîn. Ji ber vê yekê em wek gelê Kurd ti cudahiyê di navbera DAIŞ û hikûmeta Erdogan a faşîst de nabînin, dijminatiya dewleta Tirk bi Kurdan re diyar bû.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li pêşiya vê rastiyê û rastiya biêş hîna keç û xortên Efrînê berxwedana xwe dewam dikin. Gelê Efrînê got, em ê dilsozê xwîna şehîdên Efrînê bin û hemû şehîdan bin, em li benda vegera li Efrînê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Li vir li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeya dagirker, em bang li aliyên peywendîdar û rêxistina Netweyên Yekbûyî û dewletên Ereb û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku Tirkiye çeteyên xwe ji Efrînê û hemû xaka Sûriyê ji Ezaz, Cereblus û Babê derxe.”
ANHA / BEYRÛT