Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser gefxwarinên Tirkiyeyê yên dagirkirina Rojava û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Rêveberiyê bi bîr xist ku ev gefxwarin daimî hebûn û niha bi seferberkirina artêşê û komkirina hêzê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî cidîtir bûne. Li gorî rêveberiyê armanca Tiriyeyê “astengkirina projeya demokratîk û bêîstîqrarkirina rewşa ewlehiyê û bihevrejiyana gelên Sûriyê” ye.
Rêveberiyê dagirkirina Efrînê û qirrkirina xelkê wê jî weke delîla derewîniya dewleta Tirk nîşan dide û dibêje, armanca dewleta Tirk bi çeteyên xwe Kurdan qirr bike. Rêveberiyê gefxwarinên “rejîma Tirk” weke “bêberpirsiyar” bi nav kirin û dewleta Tirk rûreş kir. Rêveberiyê da zanîn ku hemû pêkhateyên herêmê wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin. Rêveberiyê bi bîr xist ku gef li ser qederê 5 milyon kesan heye, bi ser de jî bi hezaran “terorîstên” DAIŞ´ê jî di hepsên wan de ne. Rêveberiyê xwest civaka navneteweyî tehlûkeya gefên Tirkiye li wan dixwe bibîne û helwêstê nîşan bide.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îhtîmam got, projeya wan ne cihêxwaz e, lê demokratîk e, û paşê ev bang kir: “Em bang li civaka navneteweyî dikin, li hemû dam û dezgehên wê, li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên insanî dikin da ku bi erka xwe ya rawestandina gefxwarinên dewleta Tirk rabin û pêşiyê lê bigirin ku êrişkariya xwe ya li dijî herêmê bi cih bîne, lewma ev êrişkarê wê zirarê bike li aştî û ewlehiya navneteweyî.
EYN ÎSA