Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku sewqiyata teçhîzatên balafirên şer ên F-35 a ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin. DYE´yê wekî din da zanîn ku tevahiya teslîmat û karûbarên elaqedarî perwerdekirina bikaranîna wan jî ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Reutersê, ku agahiyên xwe ji du çavkaniyan digire, rayedarên Emerîkî ji hempîşeyên xwe yên Tirk re ragihandine ku teslîmata teçhîzata balafirên şer ên F-35 hatiye rawestandin.

Ev biryar weke yekemîn gava berbiçav a DYE’yê tê dîtin ku li dijî Enqereyê ji ber kirîna sîstema parastina hewayê ya Rûs S-400 hatiye avêtin.

Balafirên şer ên F-35 ji aliyê şîrketa Lockheed Martin a DYE’yê ve tê çêkirin û hin parçeyên wê ji Tirkiyeyê dihatin tedarîkkirin.

Alternatîf tê amadekirin

Çavkaniyên Emerîkî yên navê xwe eşkere nekirin, da xuyakirin ku teçhîzata perwerdeyê û amûrên bi projeya F-35 ve eleqedar in, sewqiyata wan hatiye betalkirin. Li gorî radyoya Dengê Emerîkayê, Pentagonê jî bi daxuyaniyekê ev nûçe piştrast kiriye. Daxuyaniya Pentagonê wiha ye: “Biryara Tirkiyeyê ya ji bo wergirtina S-400 ku tê de bi israr e, li ber çavan hate girtin, û kar û teslîmata li ser kapasîteya operasyonel a F-35 ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Li ser vê mijara girîng, diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re didome.”

Pentagonê got, “Piştî ku Tirkiye ji bernameyê derket, ji bo bandoreke neerênî li projeya tedarîkkirinê ya F-35 nebe, me gavên pêwîst avêtin” û ragihand ku ji bo parçeyên li Tirkiyeyê ji balafirên F-35 re tên çêkirin, li devereke din bên çêkirin, wan dest bi afirandina çavkaniyeke duyemîn kiriye.

Wekî din DYE tevahiya kar û sewqîyatên ji bo perwerdekirina li ser bikaranîna balefirên şer ên nifşa 5´an F-35 a ji bo Tirkiyeyê jî rawestand. 

 

 WASHINGTON