Gotinên herê balkêş ên meqaleyê jî “Gelo Siltan lê difikire ku dostaniya xwe ya berê bi Şêrê Şamê re vejîne? Jê piştrast bin, erê ew li vê difikire” ne. 

Fisk êrişa li Dîlokê bi bîr dixe û dibêje Erdogan piştî êrişê DAIŞ gunehbar kir û weha dewam kir: “Alîkarê serokwezîr ê Erdoganî, Mehmet Şimşek, ev lîsteya dijminên Tirkiyeyê berfireh kir. … wî piştre ‘komên terorê’ ên ku Tirkiye ji xwe re kirine armanc kirin rêz: PKK, DAIŞ û hevalbendên Fethullah Gulen …

Ji bo hovîtiyeke di dawetekê de lîsteyeke têra xwe dirêj e. Îca dive em wisa qebûl bikin ku hêzeke polîs û artêşê ya parçe-parçe bûyî dive karibe van ‘terorîstan’ têk bibe.”


“Ecêb”a ecêban

Fisk îşaret bi wê “ecêb”ê dike ku ew PKK û DAIŞ´ê dixe nav heman lîsteyê. Ji bo darî çavkirina vê ecêbê jî dibêje: “Tirkiye di heman demê de YPG´ya ku li bakurê Sûriyeyê şerê DAIŞ´ê dike bi PKK´ê re yek dibîne. Heman YPG bi alîkariya hewayî ya DYE´yê şerê DAIŞ´ê dike”.  

Li gorî Fisk, “ecêb”a ecêban jî ew e ku di lîsteyê de Beşar Esed nîne: “Lê belê piştî ku Siltan Erdogan çû Saint Petersburgê da ku Çar Vladîmîr bibîne, weha diyar e ku pê hisiyaye ku divê hejmara dijminên xwe kêm bike.”

Li gorî Fisk, piştî vê jî bi riya kesên her du alî baweriyê bi wan tînin, hevdîtin di navbera Enqere û Şamê de meşiyane ku “mixalifên Sûriyeyî dike nav panîkê.”


Berpirsiyar Erdogan e

Fisk weha dawiyê li meqaleya xwe tîne: “Ew kî gunehbar bike bila bike, Erdogan divê êdî bibîne ku ev hovîtiyên bi rêkûpêk pêk tên encama biryara wî ya şexsî ya tevlîbûna nav şerê li Sûriyê ne. Li pişt perdeyan bi DAIŞ´ê re nêzîkatî danî (destûr da alîgirên wê di sînorê Tirkiyeyê re bibihurin da ku bigihêjin kulta xwe, û destûr da dirindeyên ticareta Tirkiyeyê ku petrola DAIŞ´ê bikirin) û şerê xwe bi Kurdan re ji nû ve da destpêkirin, hîna (nû) ji darbeyeke eskerî filitî ku hevalbendê wî yê veguherî dijmin Gulen plankirî, ha bi vî halî Erdogan Tirkiyeyeke ku her roj bêhtir dişibe Pakistana salên 1980´yî ya piştî ku veguherî dabînkerê sereke yê mucahidînên Efxan, bi rê ve dibe.  

Li Şamê fikra rûniştî ew e ku dema şer li Sûrî bi dawî bû, Sûrî wê ti carî nebe Sûriya berê. Lê belê rastî ew e ku dema şer bi dawî bû Tirkiye jî wê nebe ya berê. Wê balkêş be mirov bibîne ka dema ew roj hat, kî wê serokdewletê Tirkiyeyê be.” 


 LONDON