Ciwanekî Efrînî ku xwe ji dagirkerên Tirk rizgar kir, qala hovîtiya dewleta Tirk kir. M.Q. got, êşkence li zarokên 12 salî jî dikirin û diyar kir ku ji bo karibin li Tirkiyeyê di hilbijartinê de dengê xwe bidin, nasname ji kesên li Efrînê re çêkirine.

Dewleta Tirk a dagirker ku tevî komên xwe yên çete roja 20’ê Çile dest bi dagirkirina Efrînê kir, ji revandin û kuştina mirovan heta talankirinê, bi her awayî sûcên şer dike. Hema bibêjin her roj agahiyên li ser revandin, talankirin, êşkence, destavêtin, destdirêjî û kuştinê ji Efrînê tên.

Ciwanê bi navê M.Q. ku di dema dagirkeriyê de nekarî ji gundê xwe derkeve û piştî çend mehan xwe rizgar kir, qala sûcên li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk ên li Efrînê kir.

Kurê meta min winda ye

M.Q. diyar kir ku dema çete ketin gundê Keferşînê, ew li wir bûn û got, “Me nekarî derkevin. Piştre hatim Efrînê. 40 rojan li wir mam. Dûre min nekarî vegerim. Ji ber ku gotin, li min digerin. Wêneyê min li ser Facebookê belav kiribûn. Êşkence li xizmekî min kirin. Ji bo cihê min bibêje. Ji ber ku cihê min ji wan re negot, ew revandin. Em nizanin bê niha li ku ye. Li Efrînê timî êşkenceyê li mirovan dikin. Dikevin nava malan û li mirovan didin. Diçin kîjan malê, ji mirovên li wê malê re dibêjin ‘te bi rêxistin kir’ û êşkenceyê dikin. Ji bo wan ferq nake bê nêzî rêxistinê ye yan na. Hemûyan bi heman sedemê dibin.

Êşkenceya li zarokên 12 salî

M.Q li ser kirinên dewleta Tirk li Efrînê got: ‘’Êşkenceyê li zarokên 12 salî jî dikin. Ne xema wan e bê zarok e ya jî extiyar e. Êşkenceyê li hemûyan dikin. Zêdeyî 20 kesan li taxa me girtin. Hevalê min girtin. Hevsera wî mamoste bû. Hevsera wî reviya, lê hevalê min di destê wan de ye. Gelek çete ketibûn nava gundê me. Min nema dikarî îdare bikim. Min got, ‘çi dibe bila bibe, em bimirim jî ez ê derkevim’.”

Ji bo deng bidin nasname çêkirine

M.Q. anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê dest danîne ser erd û zeviyên gel û wan bi kirê didin xwediyê wan.

M.Q. got, “Dewleta Tirk ji gelê li wir re got, ‘em ê nasnameyê bidin we, hem ji bo li nava Efrînê bi rehetî bigerin, hem jî li welatên din’. Ji hemû mirovên li wir re nasname çêkirin. Lê belê piştre di dema hilbijartinên Tirkiyeyê de bi wan nasnameyan deng dan bikaranîn. Derkete holê ku armanc ji çêkirina nasnameyan dayina dengan bû. Hin malbatên li Efrînê niha bê mal in. Hin malbatên li gundê me hene, tevî ku malên wan hebûn jî niha bê mal in. Wekî din erd û zeviyên welatiyan bi kirê didin welatiyan.”

Fitûya zilma wan dagirkeriya wan e

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dor li navçeya Cindirêsê girtine û nahêlin kes biçe navçeyê û ji navçeyê derkeve. Her wiha hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ciwanê bi navê Ebdo Mihemed Tobal qetil kirine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li navçeya Cindirêsê hatin girtin, komên çete yên Farûk û Margzgah a Rojhilat, dor li herêma başûr a Cindirêsê girtiye.

Ji sibeha yekşema bihurî ve destûra ketin û derketina şêniyên navçeyê nayê dayin û li gelek cihan sekvan hatine bicihkirin. Hate gotin, çete li ser girên li dora navçeyê jî bi cih bûne.

Li Cindirêsê di demên dawî de gelek mirov hatin revandin, girtin û, mal û milkên welatiyan hatin desteserkirin. Ji gelek kesên revandî heta niha ti agahî nehatiye wergirtin.

Hêrsa gel mezin e

Ji ber vî sûcê şer, şemiya bihurî li ber navendên dewleta Tirk û çeteyên wê jin kom bûbûn û ji bo berdana zarokên xwe çalakiya protestoyî pêk anîbû.

Li gorî çavkaniyekî din, piştî ku welatiyek ji aliyê komên çete ve hate revandin û kuştin di nava şêniyên Efrînê de hêrseke mezin peyde bûye. Lewre, gel dixwaze dagirker tavilê ji cih û warê wan derkevin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan  beriya niha bi demeke kin raporek weşandibû û diyar kiribû ku komên ser bi Tirkiyeyê ve li Efrînê dest datînin ser mal û milkên Kurdên sivîl.

Çeteyan ciwanekî din kuşt

Çavkaniyên herêmî dibêjin dewleta Tirk û çeteyên wê kesên ku alîkariya wan dikin jî dikujin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî girtine, dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê gelek endamên ENKS’ê direvîne, êşkenceyê li wan dike û wan dikuje.

Hate ragihandin ku berpirsyarê koma çete ya Ceyş El-Şerqiyê ya ser bi artêşa Tirk ve, li navçeya Cindirêsê ciwanê bi navê Ebdo Mihemed Tobal kuştiye.

Li heman navçeyê, çete êrişî wan kesan jî dikin ku alîkariya wan dikin. Serokê meclîsa ku dagirkeran li navçeyê ava kir, hate revandin û piştî ku êşkence lê hate kirin li mala wî hate vegerandin.