Endamê Parlamentoya Iraqê yê YNK’yî Şiwan Dawidî dibêje ku dewleta Tirk li Kerkukê komek çekdar a ji 500 kesan, ava kiriye û li wir wê komê perwerde dike. 

Li gorî zanyariyên ku Endamê Parlamentoya Iraqê yê YNK’yî Şiwan Dawidî dane RojNewsê, li Kerkukê koma çekdar ji aliyê Eniya Tirkmenan ve hatiye avakirin, lê raste rast ji aliyê dewleta Tirk ve tê perwerdekirin. Dawidî da zanîn ku ev kom nêzî sal û nîvekê ye hatiye avakirin û hemû pêdiviyên maddî yên vê komê jî, ji aliyê dewleta Tirk ve tên tedarikkirin.

Di vê demê de ku li Kerkuk û herêmên din ên bi nakok, êrîşên hin komên çete ketine rojevê, zanyariyên têkildarî mudaxeleya hêzên derve yên li ser herêmê jî zêde dibin. Li ser zêdebûna êrîşên komên çeteyan ên li ser gundewarên Xurmatû û Kerkukê, pirsên wekî, “Kî van êrîşan pêk tîne? Kî destekê dide?”  hatin rojevê.

Derbarê mijarê de agahiyên cûr bi cûr tên belavkirin, lê zanyariyeke şênber li ser dewleta Tirk hate belavkirin. Tê gotin ku dewlet Tirk li Kerkûkê komeke çekdar ku ji 500 kesan pêk tê, perwerde dike.

Gefên Tirkan ji mêj ve hene

Dewleta Tirk ji roja roj ve çav berdaye Kerkûkê ku îddîa dike ew der warê Tirkmenan e û Tirkiye li ser Kerkûkê xwedan maf e. Bi rêya hin Turkmenan jî dixwaze li Kerkukê tevlîhevî derxe. Endamê Parlamentoya Iraqê yê YNK’yî Şiwan Dawidî, dibêje herî dawî ji aliyê Eniya Tirkmenan ve komeke çekdar hatiye avakirin, lê ev kom raste rast ji aliyê dewleta Tirk ve tê perwerdekirin. Şiwan Dawidî, destnîşan kir ku wan aliyên peywendîdar derbarê vê komê de agahdar kirine û got: “Piştî ku me ev agahî dan, duh Hikûmeta Iraqê bi rêya berdevkê xwe diyar kir ku agahiya wan ji vê hêzê nîne.”

Divê rê li ber were girtin

Dawidî anî ziman ku ew daxwaz dikin ev hêz ji aliyê Wezareta Navxweyî û Parastinê ya Iraqê ve were lêkolînkirin û rê li ber hêzek bi vî rengî were girtin.

Metirsî heye

Parlamenter Şiwan Dawidî diyar kir ku ev hêz li gorî Destura Iraqê nehatiye avakirin û metirsiya wê li ser Kerkûkê heye. Dawidî got ku hinek hewl didin vê hêzê  bikin beşek ji hêza Heşdî Şebî.

Çeteyê bi ala Tirk hatibû kuştin

Balkêş e ku piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û dagirkirina Kerkûkê, li herêmê komên çete zêde bibûn û hatibû gotin ku gelek ji wan girêdayî Tirkiyeyê ne. Di pevçûneke li dora Kerkûkê de jî çeteyek hatibû kuştin û li ser cilên wî ala Tirk hebû.

 NAVENDA NÛÇEYAN