
Seroka Giştî ya Partiya Keskan a Swîsreyê Regula Rytzs diyar kir ku êrîşên li dijî HDP’ê nabe werin qebûlkirin û got, hikûmeta AKP’ê û Erdogan darbe li hêzên muxalif kiriye.
Rytz bi xwe, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji nêz ve nas dike, dixwaze hevserok û parlamenter derhal werin berdan. Rytz dibêje, “Ji ber polîtîkayên dema dawî yên hikûmeta AKP´ê li dijî hêzên mûxalîf dimeşîne, ez gelekî bi fikar im.” Rytz destnîşan kir, ku divê êrîşên li dijî azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê derhal werin qedandin.
‘AKP û Erdogan darbeyê li muxalifan dikin’
Rytz hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bi bîr xist û got, “Erdogan û hikûmet, darbeya nîvcomayî li dijî mûxalifan û gelên li welêt dibin serî. Hikûmet bi awayekî vekirî, nirxên bingehîn ên demokrasiyê tine dihesibîne û darbeyê dike. Êrîşeke ku nayê qebûlkirin li azadiya raman û çapemeniyê dike. Ev rewşa nehiqûqî, ji aliyê siberoja Tiriyeyê ve rê li ber fikarên mezin vedike.
Rytz got, “Pêwîst e rêveberên welatên Ewrûpayê êdî li pêşberî Tirkiyeyê bêdeng nemînin” û anî ziman ku Tirkiye welatekî li ser rêya dîktatoriyê ye. Rytz gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Lazim e welat, rêveber û saziyên Ewrûpayê êdî li dijî Tirkiyeyê bi rengekî cidî bikevin nava tevgerê. Tirkiye li ser rêya dîktatoriyê ye, lazim e pêşî lê were girtin.”
Tirkiye ji hedê xwe bihurî
Parlemantera Ingilîz Joan Ryan ku di muxalefeta sereke ya Brîtanyayê de ango di Partiya Karker de cih digire, helwesteke tund li dijî operasyona qirkirina siyasî ya dewleta Tirk nîşan da û got, Tirkiye ji hedê xwe bihuriye.
Joan Ryan diyar ku tiştên ku li Tirkiyê dibin nabe werin qebûl kirin û sînorên ku ew bikaribin xwe lê ragirin ji mêj derbas kirine. Ryan girtina siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar kir û got, heger li deverekê hilbijartî têne girtin, kesek nikare bibêje demokrasî lê heye.
Ez ê rewşê bibim rojeva Parlemanê
Ryan got, “Çi kesê ku bi çavê demokratan li xwe dinihêre, berpirsyar e ku li dijî vê rewşê helwesta xwe diyar bike. Serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên Tirk bi lezgînî divê hiqûqê bicebirînin û demokrasiyê xurt bikin. Ez ê vê rewşê bi lezgînî bixim rojeva parlamentoyê.”
Niha tişta ku li dijî muxalefetê tê kirin pir bi zalimane ne, di demokrasiyê de mafê mirovan heye ku rikeberiyê bikin.
Li herêmên hilbijartinê Kurd û Elewî ji ewlekariya malbatên xwe yên li Tirkiyê bi fikar in. Ev rewş nayê qebûlkirin û nayê ragirtin.”
Wekîlê Partiya Karker Joan Ryan got, “Ji bo mafê mirovan, demokrasî, rûmeta mirovahiyê, jiyana azad û bi dadmendî em dengê xwe bilind bikin.”
ZURICH / LONDON