Dewleta Tirk di şeva 24’ê Tebaxê de nûnerê YNK’ê yê li Enqerê dersînor kir. Li ser vê yeke jî Endamê Polîtboru û Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre ku ji Dengê Amerîka re axivî, diyar kir ku Komara Tirk ji bo şikestina operasyona xwe ya dijî PKK’ê li sînorê bajarê Silêmaniyê, YNK’ê tewanbar dike.
Pîre got, “MÎT’a Tirkiyeyê li herêmeke di bin kontrola YNK’ê de operasyonek li dijî PKK´ê kiriye û ev operasyona wan bi ser neketiye. Her wiha vê operasyonê zerar da Tirkiyeyê. Tirkiye jî YNK’ê bi desteknedayîna wan a di vê operasyonê de tewanbar dike. Ya pêşî heqê Tirkiyeyê nîne li welatekî din operasyonê bike. Ya duyê jî kes agahdar nekirine. Wan bi xwe ev projeye daniye û têde bi ser neketine. Belê li cihê vê şikestina xwe îtiraf bikin, dixwazin senaryoyekê çêkin û vê şikestina xwe veşêrin. Derxistina Behrûz Gelalî jî sedema vê ye.” Pîre der barê herêma Tirkiyê dixwest operasyon lê derxe jî got; “Ev operasyona MÎT’a Tirkan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bû.”
NAVENDA NÛÇEYAN