Nûnêr û endamên partîyên Herema Federal a Kurdistan, bertek nişanî girtin û binçavkirina BDP’ê dan û diyar kirin ku bi zext û zordarî şorêşa kurdan têk naçe. Nûneran, anîn ziman ku kurd dijberî vê yekê dê bêtir li doza xwe xwedî derevin. Endamê Meclisa Partiya Zahmetkêşên Kurdisan Dilzar Abdullah, diyar kir ku Tirkiye nikare PKK'ê têk bibe.
Bertekên li dijî girtin û binçavkirina endam û revebirên BDP’iyan her ku diçê zedetir dibe. Nûner û berpirsen partîyen Herêma Kurdistan a Federal ji bertekên xwe anîn ziman. Serokê Partîya Ked û Demokrasîxwazin Kurdistan Şûkrulla Mehmed Emîn, dîyar kir ku pirsgereka kurd sed salin bi zext û zardarîyê didome û hêj çareser nebûye. Emîn, da zanîn ku ev pirsgerek bi wan rebazên antî-demokratîk hej jî kurtir buyê.

Feraseta yek devlet, yek millet, yek ziman û yek al ne çareserî ye'

Şûkrullah Mehmed Emîn, bal kişand nezîkatîya Serokvêzîrê Tirkîye R. Tayîp Erdogan û wiha got: “ji bo rejîma Sûrîye qala demokrasî û mafan dikê. Lê mijar dibe kurd ev nezîkatî tê guhartin. Lazimê Erdogan baş bizanibe ku nikarê bi zext û zordarîye peşîya kurdan bigire. Em dizanin ku dewleta tirk bi girtin û binçavkirina dixwaze vîna kurdan bişkînê. Lê ev ne mimkune. Pêwiste dewleta tirk van pekanînên xwe yen li dijî kurdan bi dawî bikê” Emîn, derbirî ku ji bo çaraserkirina pirsgereka kurd lazime feraseta yek devlet, yek millet, yek ziman û yek al bê guhertin.


Abdullah: Tu projeya çaraseriyê  ya AKP'e tune
Endamê Meclisa Partiya Zahmetkêşên Kurdisan Dilzar Abdullah jî dîyar kir ku dema AKP nû bû hikûmet, hêviyek çaraseriyê da kurdên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Lê mixabin ev demên borî aşkêre kir ku tu projêya AKP'ê yê çareseriyê tune ye. Dibê AKP, dibe MHP û dibê jî CHP çi nezakatîya wan partîyan ji bo kurdan baş nîne. Lazime kurdên Tirkiyeyê ji bo çaraseriyê partîya xwe hej xurtir bikin û bi heztir bikin”

‘Tasfiyekirina PKK'ê xayalek pûç e’

Abdullah, li ser hewldana AKP a ku ji bo tûnêkirina PKK jî axifî û wiha pêde çû: “Tasfiyekirina PKK'ê xayalek e. Tu car şoreşa Bakûrê Kurdistan têk naçe” Abdulla, kurd ji qonaxeke pir giring derbast dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Hevceye kurd ev dema dirokî pir baş binirxine û bi xwertkirina yekîtiya xwe mafên xwe dest bixe. Dewleta tirk jî hetta ji bo gel bingehek demokratîk ava neke nikare qala demokrasî û aştîyê bike. Zilmeke mezin ser kurdan meşandin lê êdî ev dem hat guhartin. Ji bo ku bikaribe ser lingan xwe bimîne lazime gavên demokratîk bavêje."

DÎHA/HEWLÊR




’Ocalan mifteya çareseriyê ye’

Li Herêma Federal a Kurdistanê Parlamanter û Navenda li dijî Jenosîda Kurdan a Helepçeyê (Kurdocide-CHAK) tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Parlamaneterê Tevgera Goran Adnan Osman diyar kir ku li Tirkiyê gelê kurd gihîştiye merheleyekê ku tu hêz nikare wan paşve bibe. Osman got:

‘’Birêz Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye.“

Li Herêma Federal a Kurdistanê Parlamanterê Tevgera Goran ji Parlamanetera Herêma Kurdistanê Adnan Osman û Endamê Navenda li dijî Jînosîda kirina Kurdan a Helebçeyê (Kurdocide-CHAK) Alî Mehmûd nerazîbûnên tund li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. Ji Tevgera Goran Adnan Osman diyar kir ku li Tirkiyeyê gelê kurd gîhîştiye merheleyekê ku tu hêz nikare wan paşve bibe. Osman wiha axivî: „Li Tirkiyeyê tek riyeke çareseriyê heye ew jî azadkirina Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ‘APO’ mifteya çareseriyê ye. Ocalan li bakûrê Kurdistanê xwedî kesatiyek bi bandor e.“

‘Hikûmeta Herêmê li hember êrîşên Tirkiyeyê bêdeng e!’
Osman der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê jî û helwesta Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê rexne kir û got ku hikûmet li dijî êrîşan helwest nîşan nedaye û bêdeng maye.

Alî Mehmud jî daxuyand ku Tirkiye li bakurê Kurdistanê dest bi operasyonê siyasî kiriye. Mehmud got: „Lê Tirkiye nikare bi van operasyonên siyasî encamê bigire. Ji ber ku bi hezaran gel hişyar bûye û daxwaza mafê xwe dikin.“ Mehmûd êrişê Tirkiye ya li ser axa Herêma Kurdistanê jî bilêv kir û wiha axivî: „Tirkiye bi van êrişan zirarek mezin a madî û canî daye şêniyên herêmê. Lazim e Tirkiye vê yekê baş bizane ku bi êrişan tiştek nayê çareser kirin. Pêwîst e Hikumeta Herêmê jî li hemberî van êrîşan bêdengiyê neparêze û li gel û axa xwe xwedî derkeve.“

DÎHA/HEWLÊR