Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê civîna xwe ya asayî 15´ê Çile pêk anî. Di encamnameya civînê de hat gotin; dewleta Tirk a dagirker guh nade peymana Soçiyê û peymana bi Emerîkayê re û ev yek ji bo herêmê metirsî ye.

Li ser danûstendinên bi Şamê re tê gotin, eger bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îtîraf were kirin û statuya QSD´ê di nava sîstema parastina Sûrî ya paşerojê de were qebûlkirin, divê danûstendin bibin.

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk civîna xwe ya asayî 15 Çile li dar xist. Di civînê de ji bilî mijarên navxweyî, mijarên eskerî û siyasî yên di rojevê de hatin guftûgokirin.

Ji bo çareseriyê qala girîngiya danûstendinan tê kirin û tê gotin, di çarçoveya itîrafkirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û parastina statuya QSD`ê di nava sîstema parastin û ewlehiya Sûriyê ya paşerojê de, divê danûstendin pêk werin.

Dewleta Tirk peymanê bin pê dike

Di heman demê de, di civînê de tê gotin, hevpeymana Soçiyê ya ku bi garantiya Rûsyaya Federal di 22`yê Cotmehê de pêk hatiye, dewleta Tirk li gorî peymanê tev negare û heta niha bi zanebûn bendên wê binpê dike û ev yek jî ewlehiya herêmê bi tevahî dixe nava metirsiyê. Herî dawî jî, bi balafireke bêpîlot (drone) di 12`ê Çileyê de êrişî herêma Tirbespiyê kir û di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û hinên din jî birîndar bûn.

Di civînê de, peymana agirbestê ya ku di 17`ê Cotmehê de, di navbera Tirkiye û DYA`yê de çêbû, hate nîqaşkirin. Hate piştrastkirin ku tevî hêzên wan li gorî bendên hevpeymanê tev geriyane, lê Tirkiyê bendên hevpeymanê binpê kirin û heta niha dewleta Tirk siyaseta guhartina demografî û qirkirina etnîk pêk tîne, her wiha rojane sûcan li dijî sivîlên ku li herêmên dagirkirî mane, pêk tîne.

Rewşa Idlib û Efrînê

Di civînê de, rewşa mirovahî û tirsnak a li bajarên Idlib û Efrînê hat guftûgokirin û hat gotin, di encama siyaseta dewleta Tirk û destwerdana wê ya nava kar û barên gelê Sûriyê ye û bazirganiya wê ya li ser xwînê rewşa li her du bajaran giran dike. Her wiha li ser biryara Fermandariya Giştî ya QSD`ê ya ji bo hembêzkirina koçberên ji Idlibê û peydakirina pêdiviyên wan ên mirovî bi rêya peywendiya wan komên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk ên li herêman hat gotin biryareke di cih de ye.

Bi koalîsyonê û Rûsyayê re

Di dewama civînê de, operasyonên koordînekirî yên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û pêdiviya bi dewamkirina keda hatiye dayîn ji bo têkbirina rêxistina çeteyan hate nîqaşkirin ku careke din bi ser hemdê xwe de neyê.

Xebatên bi koordîne yên bi hêzên artêşa Rûsyayê li Sûriyê û belavbûna wê li gorî peymana Soçiyê da ku ewlehî û îstiqrarê li herêmê çêbe, hevkariyê bidome.

 

NAVENDA NÛÇEYAN