
Hîndekarê Zanîngeha Viyanayê û nivîskarê pirtûka “Li Kurdistana Sûriyeyê Şer û Şoreş” Thomas Schmîdînger, di 20’ê Mmidarê de ji ji bo beşdarbûna panela “Li Sûriyeyê çi dibe? Şerê navxweyî, Kurd û hêzên derve” ku li TUYAP’ê hat lidarxistin çû Tirkiyeyê. Schmîdînger piştî panelê, der barê polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û herêmê hin nirxandin kirin.
Li Sûriyeyê sînorên qurfok
Schmîdînger siyaseta DYA’yê ya li herêmê wiha nirxand: “Helbet wê ev kar heta ku DYA, piştevaniya YPG’ê bike, wê ji bo Tirkiyeyê zortir be. Li gor tê dîtin niha di navbera Tirkiye û YPG’ê de agirbestek heye û DYA ji bo El Babê bistîne, ne Tirkiye lê pêdiviya wê bi Kurdan heye. Rewş ji bo DYA’yê jî zor e, çimkî Tirkiye hem endamê NATO’yê ye û hem jî mutefîkê wê ye.”
Schmîdînger ragihand ku, texmînkirina encamên navengeke nelihevkirinê zehmet dibin û dest nîşan kir ku, wê sînorên li Sûriyeyê bêtir biguherin. Schmîdînger vegot ku, di navbera Bakurê Sûriyeyê û Rêveberiya Herêmî ya Iraqê de pirsgirêk hene û dest nîşan kir ku, di nêvengeke ku Tirkiye bêtir otorîter dibe de, divê kurd pirsgirêk xwe yî navxweyî çareser bikin.
Li pêşiya Tirkiyeyê wê bibin pirsgirêk
Schmîdînger, li Sûriyeyê der barê piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo komên rêwistinên herêmê jî axivî û wiha got: “Teqez e ku Tirkiye piştevaniya Ehrar uş-Şamê dike. Vê piştevaniya xwe jî êdî venaşêre. Ev kom di lîsteya ‘terorîst’ Neteweyên Yekbûyî de cih digire, ji ber vê piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo van rêxistinan dê serê wê biêşîne. Li gel vê, ev kom ji bo destkeftiyên demokratîk şer nake. Mesela li Avûstûryayê yên ji bo vê komê şer dikin, ji terorîzmê di girtîgehê de ne, lê Tirkiye piştevaniya vê komê dike.” Her wiha Schmîdînger got, Tirkiye ji bo rejîma Esad bixîne, hema bêje di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştevaniya hemû koman dike.
Schmîdînger wiha axivî: “Ji ber vê, piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê ne suprîz e. Her wiha bi rastî jî em tam nizanin li Tirkiyeyê dewleta kûr, piştevaniya kîjan koman dike.”
STENBOL