Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Sanayê, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji serokê konseya Ewlehiya Navneteweyî û Sekreterê Giştî yê NY’ê re nameyek şandiye û di nameyê de wiha tê gotin: “Tirkiye bûye navend bo komên çete û di serî de Eniya Nusra û terorîstên Qaîdeyî ku aligirên vê eniyê ne û komên terorê yên çekdar, berhevbûn, civîn, girtina çekan, perwerdekirin, fînansekirin û piştre jî derbaskirina wan bo axa Sûriyeyê, bi rêveberiya hikûmeta Tirk tê kirin.”
Di nameyê de hat diyar kirin ku hikûmeta Tirk hemû saziyên xizmetê, binesazî, mulkên taybet û cemawerî yên Sûriyeyê sabote dike û bi çalakiyên komên terorê welatiyên sivîl tên qetilkirin.
Wezaretê wiha got: “Hikûmeta Tirk raste rast û bi riyên din mudaxaleyên xwe yên li ser karên hundir yên Sûriyeyê didomîne. Ligel qanûn-biryarên navneteweyî û peymana NY’ê, esasên têkiliyên navbera dewletan diyar dikin jî bin pê dikin û îstîkrar-ewlehiya cîhan û hemû herêmê tehdît dikin. Wezaretê da zanîn ku hikûmeta Tirk bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û peymana NY’ê sînor namîne û got ev tehdîdek mezin li ser ewlehî û aştiya navneteweyî dike.
Giliyê Erdogan dikin
Li gorî nûçeyeke din ya di ajansa Sana de hat weşandin de serokê Yekitiya Odeyên Sanayî ya Sûriyeyê endezyar Farîs el- Şehabî wiha gotiye: “Ez bang li hemû sanayîvan û sanayiya Sûriyeyê dikim ku divê kesên li Sûriyeyê çalakiyên korsanî, talanî, şêlandinê pêk tînin bên deşîfrekirin û cezakirin.”
Şehabî wiha got: “Hikûmeta Tayyîp Erdogan, terorîst hembêz kirine, çek dane destê wan, ji her derê cîhanê çekan bi kirê tîne, deriyê sînor heta dawiyê vedike û malê hatiye dizîn ji sînor derbas dike. Der barê vê de tespîtên me hene. Ji bo vê em piştgiriyê didin dozên ku li Erdogan tên vekirin. Piştgiriya hikûmeta Tirk a ji bo van çalakiyan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji ber vê em ê dozê li hikûmeta Erdogan vebikin.”
ŞAM