Li Tirkiyê ji Tîrmeh a 2015’an heya 11’ê Îlona îsal tecrîdekî giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Ji 11’ê Îlonê ve ji tenê Mehmet Ocalan hevdîtin kiriye û ev sê mehin dewleta Tirk rê nade ku ti hevdîtin li gel Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk werin.

Têkildarî mijarê Serokê Akademiya Ramana Demokratik û Siyasetê Fayîq Gulpî ji ajansa me re axivî û got; “Dewleta Tirk bi armanc rê li ber  ne dîtina Abdullah Ocalan vedike, ji bo ku Gelê Kurd bi hêrs bibe. Ji ber ku gelê Kurd di daxwazkirina maf û azadiya gelê Kurd û ji bo demokrasiya Tirkiyê li Rojhilata Navîn de serkeftî bû. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze bi van helwestên xwe gelê Kurd bi hêrs bike û Kurdan neçar bike bi şêweyekî tûndûtîjî daxwaza mafê xwe bikin. Bi vê ve jî zêdetir xelkên  dijî gelê Kurd li derdora xwe kom dike.”

Fayîq Gulpî wiha jî got; “ Tirkiye ji niha ve berbi faşîzmê ve diçe. Tirkiye dixwaze  maf û azadiya  gelê Kurd înkar bike, ji ber wê her dengê ji bo aşitî, azadî û demokrasiyê derdikeve qut dike.”


DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ