Ji ber topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê a li dijî Efrîn, herêmên Şehba û bi taybet gundê Kefirantonê jin û zarok jî di nav de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 8 sivîl jî birîndar bûn. Li Maraeyê Şervanên Artêşa Şoreşger bersiv da û 13 çete kuştin. Erebên Şehbayê jî bi meşekê dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr bi şev gundên rizgarkirî yên herêmên Şehbayê û Efrînê topbaran kirin.  Eskerên Tirk û çeteyên wê gundên Mirenar, Fîlat, Qetma, Qestelcindo ên herêma Şêra, gundê Cilber û Îska yên herêma Şêrawa topbaran kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha bajarokê Erfad (Tilrifet), gundên Minx, Şêx Îsa û Bîlûniyê yên herêma Şehba ku ji aliyê Artêşa Şoreşgeran ve hatine rizgarkirin jî topbaran kir.

Di encama topbana li van herêman de jina bi navê Sebah Îsa jî di navê de 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrînê.


Tenê sivîlan dikin hedef

Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha  êrîşên xwe li ser gundê Yazî Bax û Kefiranton yên herêma Şehbayê zêde dike. Doh berê sibehê saet di 03.00’an de bi dehan top li van herdu gundan ketin. Di encamê de ji heman malbatê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dayî ev in: Dayika bi navê  Xezala Yûsif (40), Mûawiya El-Yûsif (13), Tebarik El-Yûsif (13). Birîndar jî ev in: Xensa El-Yûsif (18), Rinda El-Yûsif (23), Fîdaa El-Yûsif a (19) û Aya El-Yûsif(16).

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku rewşa hin birîndaran giran e. Gundê Kefiranton ê herêmên Şehbayê sibata 2016’an  ji komên çete yên Cebhet Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) hatibû rizgarkirin.


13 çeteyên êrişkar hatin kuştin

Li aliyê din çete xwe ji bo êrişeke li dijî Efrîn û Şehbayê amade bikin jî, hêzên şoreşger û xweparastina Efrînê ji şer re amade ne û ji niha ve derbên giran li çeteyan dixin. Ango Tirkiye êrişî sivîlan dike, lê tevî çeteyên xwe derbên giran ji şervana dixwe. Şervanên Artêşa Şoreşgeran li herêma Şehba erebeyeke çeteyan a ku çete ji Ezazê dibirin bajarê Maraeyê gulebaran kir. Di encamê de 13 çete hatin kuştin. Bûyer pêr êvarê saet 20:00’an pêk hat. Beriya wê çeteyên dewleta Tirk ên Marea bajarokê Erfad topbaran kir. Şervanên Artêşa Şoreşgeran bi vê çalakiya xwe bersiva êrîşên çeteyan da. 

Li aliyê çeteyên din çeteyên li Ezazê, gundên Til Mediq, Um Hoş û Herbal bi çekên giran topên hawan topbaran kirin. Bi dehan topên hawanê li gundên navbirî ketin. Ji ber topbaranê ziyana madî li mal û milkên welatiyan bû.


Li dijî dagirleriya Tirk em yek in

Erebên li gundên rizgarkirî yên Şehbayê, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê protesto kirin.  Bi sedan Erebên li gundên Keferneya, Umhoş, Kefernase, Til Rifat, Ehres, Wahşiye, Fafen, Hîsarcikê, yên ku gundên wan beriya bi salekê ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hatibûn rizgarkirin, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek li dar xist.

Gel li ber mizgefta gundê Keferneye kom bû û heta sûk û dibistana sererayî meşiya. Meclîsa Gel a Şehbayê, endamên Meclîsa Jinan a Şehbayê jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê kujer’ gotin. Daxuyaniya çapemeniyê ya li ber dibistanê li ser navê gelên Şehbayê, Alaa Atrasha ji Kefernayê û Mistefa Bakur hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erebên li Şehbayê piştgiriya QSD’ê dikin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in û li ba QSD’ê ne. Wan em ji gelek xerabiyan rizgar kirin. Em gelê Ereb vê çalakiyê li dar dixin. Em li dijî hemû dagirkeriyên dewleta Tirk in. Kurd, Ereb û Tirkmen em hemû yek in.” 


 ŞEHBA