
SERKAN DEMÎREL / ANF/CENEVRE
Yekîneya Taybet a ji Cenevreyê ya ser bi Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku bi maseya Tirkiyeyê re eleqedar e, li ser binpêkirina mafên mirovan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê raporek amade kir û radestî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Beşeke girîng a vê raporê wê di nava rapora salane de cih bigire, ku wê di rojên pêş de li Civînên 34. ên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a NY ji aliyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra’ad Al Husseîn ve bê eşkerekirin.
ANF’ê agahiyên ku li ser vê raporê beriya niha ji çavkaniyên NY bi dest xist, bi navê “Hovîtiya li Cizîrê li ber destê Konseya Ewropayê ya NY ye” kiribû nûçe.
Heyeta HDP’ê bi NY re rûnişt
Heyetek ji Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer, ji şahidên komkujiyan li Cizîrê Faysal Sariyildiz, Berdevkê Ewropayê yê HDK’ê Demîr Çelîk, ji nûnerên Ewropayê yên HDP’ê Eyup Dorû û Nûnerê Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê Mehmet Îlkhan, ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi heyetek ji Konseya Mafên Mirovan a NY hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de raportorên Yekîneya Taybet a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY ya li maseya Tirkiyeyê dinêre û şefê Amerîka, Ewropa, Asya ku ev yekîne jî pê ve girêdayî ye Gîannî Magazzenî amade bûn.
Binpêkirin hatin bibîrxistin
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer li ser naveroka vê hevdîtinê agahî da ANF’ê û anî ziman, hevdîtin erênî derbas bûye. Hezer diyar kir, wan li ser binpêkirina mafên mirovan ên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agahî dane heyeta NY.
Hezer da zanîn, wan rewşa li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê jî, ku zêdeyî 2 hefte ne dor lê hatiye girtin, ji heyeta NY re vegotine û got, “Weke heyetê me ji Neteweyên Yekbûyî xwest, li Kurdstanê û Tirkiyeyê ji bo mafên mirovan tevbigere. Me bûyerên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê rû dan, careke din bi berfirehî vegot. Me bal kişand ser êrîşên li ser HDP’ê û asta şîdeta li jinê tê kirin. Çawa ku me heta niha gelek rapor pêşkêşî NY kir, em ê ji niha û pê ve jî raporan pêşkêş bikin.”
Hezer: Girîngî dan hevdîtina me
Hezer anî ziman, heyeta NY a bi serokatiya şefê Amerîka, Ewropa û Asya Gîannî Magazzenî, hevdîtina bi wan re hat kirin gelekî girîng dît û got, “Di hevdîtinê de me fêhm kir ku Neteweyên Yekbûyî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Di mijara binpêkirina mafên mirovan de bûne hemfikir.”
Rapor pêşkêşî komîseriyê kirin
Parlamenter Hezer diyar kir, piştî ku wan agahî dan, şefê Amerîka, Ewropa û Asya yê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY Gîannî Magazzenî mafê axaftinê girt û wiha dewam kir: “Magazzenî ji me re got, ‘Ev demeke dirêj e em binpêkirina mafên mirvaon ên li Tirkiyeyê û başûrrojhilatê Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Rapora ku me di vî warî de amade kir, me pêşkêşî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY kir. Beşeke girîng a vê raporê wê di nava rapora salane ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan de cih bigire ku ev rapor jî wê di rojên pêş de pêşkêşî rûniştinên mafên mirovan bê kirin. Xebatên me yên li ser tespîtkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û amadekirina raporan wê bidomin.”
Ji Magazzenî tesbîta sûcê mirovahiyê
Hezer ragihand, Magazzenî di dewama axaftina xwe de ev tişt ji wan re gotiye: “Ev demeke dirêj e em dixwazin bi heyetekê rewşa li Tirkiyeyê kontrol bikin. Lê belê Tirkiye bersivê nade vê daxwaza me. Hewldanên me yên di vê derbarê de dewam dikin. Piştî xebateke berfireh em gihîştin wê baweriyê ku Tirkiyeyê sûc li dijî mirovahiyê kiriye. Xebatên me yên di vî warî de wê bidomin.”
Hezer da zanîn, Magazzenî her wiha ji wan pirsî ye, ku demografiya bajarên mîna Cizîr, Sûr û Nisêbînê yên komkujî lê hatine kirin, hatiye guhertin ya na.
Rapora Demirkaya deng veda
Li aliyê din, Saziya Tipa Edlî ya Swîsreyê têkildarî kuştina Berjîn Demîrkaya li jêrzemînek li Cizîrê, rapora ‘di destpêkê de hat kuştin, piştre hat şewitandin’ amade kiribû. Tê zanîn, ku ev rapor bi bandor bû, ku Konseya Mafên Mirovan bigihêje wê baweriyê ku li Tirkiyeyê sûc li dijî mafên mirovan hatiye kirin.
Wekî din, raportorên Yekîneya Taybet a Maseya Tirkiyeyê, ji Hezîrana 2016’an û pê ve di serî de şahid û mexdûran, bi gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl re hevdîtin kiribûn û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kirin, ji nêz ve lêkolîn kiribû.