Tirkiye sûcê şer dike
Tevî heyraniya xwe ya ji Erdogan re jî berpirsiyara HRW´ê ya Rojhilata Navîn Lama Fakih, nekarî veşêre ku Tirkiyeyê sûcê şer li Efrînê kiriye, hem bi talan û kuştinê, hem jî bi astengkirina vegera penaberan a ser mal û milkên xwe.
HRW dema mijar hêzên mixalefeta Ereb in, pirr zû raporan diweşîne û ji bo destekkirina gelek komên radîkal jî gelek caran raporên gunehbariyên dijwar tavilê weşandine. Lê dema mesele Kurd bin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li deverên din, HRW giran tevdigere. Jixwe beriya niha ji bo reşkirina Rojava jî berpirsa wê ya maseya Rojhilata Navîn Lama Fakih, tevî ku ji raporê eşkere dibû ku li tevahiya Rojhilata Navîn tenê li Rojava kariye serbest bi mixalifan, girtiyan û binçavkiriyan re bipeyive, lê xwe jê neda alî ku behsa vê rastiyê neke û bi filmeke reşkirinê ew rapor weşand. Li Efrînê, piştî ku darî çavên dinayayê xelkê sivîl bi komî hat qetilkirin, binesazî hatin texrîbkirin, dikan û mal hatin talankirin, mirov hatin revandin, li ser Êzîdiyan Misilmatî hat ferzkirin û gelek sûcên din eşkere qewimîn, HRW´yê dîsa bi beşdariya Lama Fakih raporek eşkere kir.
Li şûna gunehbar bike gazinan dike
Di raporê de sûcên sereke yên li jor nekarîn bên veşartin, ango behsa talanê, kuştinê û zilma li dijî penaberan tê kirin. Lê belê bi zimanekî wisa, ku hêzên dewleta Tirk ji van tên bêrîkirin. Lama Fakih wisa li meseleyê çixuliye ku di dawiya raporê de bi gotinên Erdogan ên bi rêya rojnamevanekî Tirk, gunehên wî dişo. Ango HRW dibêje, Tirkiye sûcên şer li Efrînê dike, lê dîsa jî aliyên din gunehbar dike. Di herî dawiyê de gazineke Lama Fakih a ku qet jî li giraniya sûcê şer nayê jî vê helwêstê nikare veşêre: “Artêşa Tirk û hevgirên wê li Efrîn pirr kêm nîşeyên parastina xelkê sivîl nîşan didin. Divê Tirkiye divê tesîra xirab a operasyona xwe ya eskerî heta mumkin e kêm bike bi wê yekê ku milkê şexsî yê sivîlan biparêze.”
Rejîma Sûriyê bêhtir gunehbar dike
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW), di rapora xwe de got, komên hevkarên Tirkiyeyê li Efrînê malan dişewitînin û talan dikin. Rêxistin bi her halî bêhtir bi ser rejîma Sûriyê de çû û anî ziman ku rejîma Sûriyeyê jî yên dixwazin ji Efrînê derkevin asteng dike.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), rapora derbarê Efrînê de amade kir, ji raya giştî re eşkere kir. Dîrektorê Rojhilata Navîn a HRW’ê Lama Fakîh têkildarî raporê daxuyanî da û got: “Rejîma Sûriyeyê destûr nade ku Efrînê bikevin herêmên dibin kontrola wan de. Efrîniyên malên wan tên talankirin û şewitandin, di mexdûriyeteke giran de ne. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dest ji talan û şewitandinê berde û rejîma Sûriyeyê jî astengiya li pêşiya Efrîniyan rake.”
Derfetên tibî tinin
Bijîşkekê ji HRW’ê re got, wan xwe li herêma Til Rifatê girt û wiha axivî: “Tu derfetên me yên tibî tinin. Me ji neçarî hemû malzemeyên xwe li bajêr hiştin. Ji bo em mirovên li vir derman bikin, me klînîkeke sahrayê ava kir, lê em nikarin bibin bersiv ji pêdiviyan re. Li vê derê em bêav, bênan û bêderfet mane.”
Ji mexdûrên şer bertîlê dixwazin
Saziyê di rapora xwe de ragihand ku rejîma Baesê, ji bo Efrînî karibin bikevin herêma wan, 1000 dolarî bertîlê ji wan dixwaze. Efrîniyekî ku dixwazin biçin bajarokê Nubul ji HRW’ê re gotine, serê şexsekî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê ji wan hatiye xwestin.
Talan û dizî heye û sûcê şer e
Di raporê de cih ji gotinên Efrîniyan re hat dayîn ku qala talanê dikin. Efrîniyên ji HRW’ê re axivîn, gotin: “Çeteyên Ceys al-Sharkiyah û Lîwa Al Fetih, li pêş çavên me eşyayên me talan kirin.”
HRW’ê bi bîr xist ku talan sûcekî şer e û divê fermandarên eskerî destûrê nedin binpêkirinên bi vî awayî yên pîvanên şer.
NAVENDA NÛÇEYAN