Di destpêka Çileya 2016'an de hêzên çekdar ên Tirk, di bin navê milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad de 1200 Tirkmenên çekdar li gundên Kubrî û Hirbe yên li xeta sînor a Cerablûsê bi cih kir. Wezîfeya bingehîn a van kesan jî parastina personelên Artêşa Tirk ên li herêmê bi kincên cuda tevdigerin û kontrolkirina komên ser bi DAIŞ'ê ye.
Derbarê êrîşên hewayî yên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê de Tirkiye ji van koman agahî û materyalan berhev dike û xwe amade dike li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gilî bike. Enqere bi vê planê re dixwaze Rûsyayê li herêmê qels bike.
Tirkiye ji bo têkiliyên xwe yên bi DAIŞ û Cephet el Nûsra re bidomîne, li bakûrê Sûriyeyê van rêxistinan bi kar tîne: Firkeya Şîmal, Dîba Cebel Zavye, Fûrkan Sûltan Mûrat, Kataîb Sokûr El Îslam, Foj Evel, Feylak Şam, Feylak Rahman, Ferkat Sahal Evvel, Ferkat 312, Kataîb El Erbaîn, Lîwa Şam Resûl, Lîwa El Hak, Ceyş El Ermûş, Ceyş El Mucahîdîn, Kataîb Ensûr El Şam, Lîwa El Eşer, Lîwa El Hûriya, Harekat Tahrîr Hûms, Ceyş El Tevhît, Lîwa Şahada El Îslam, Ferkat Mîharîr El Evval, Lîwa El Sadik, Ferkat Salahattîn, Kataîb Sûar Şam, Ferhat 24 Beşet, Cephat Ensar El Îslam, Ceyş El Ezza, Ferka Essaniya Sahaliya û Lîwa El Mûtasîm.
Tevî xurtkirina van komên navên wan li jorê hatine nivîsandin, dewleta Tirk ji bo nehêle Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbasî rojavayê Firatê bibin û herêma di bin kontrola DAIŞ'ê de bi dest nexin, bi çekên giran êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.
Propagandaya ’Tirkmen tên kuştin’
Nûçeyên bêbingeh ên îdîa dikin ku li sînorê Sûriye Tirkiyeyê Tirkmenên sivîl tên kuştin, li çapemeniya cîhanê belav dike. Mînak; lîderên Tirkmen ên eleqeya xwe bi ti komên Îslamî re nîne û bi navê xwe yê berê Cephet El Ekrad di wê baweriyê de ne, ku ev nûçeyên tên belavkirin nerast in. Tirkmen dibêjin li herêmên wan, hin komên ser bi Tirkiyeyê xebatên propagandayê dimeşînin. Dema alîkariya însanî û leşkerî dikin, li ser mirovan weke şert ferz dike ku li dijî Esad şer bikin. Di heman demê de dixwazin nûçeyên dûrî rastiyê yên têkildarî Hêzên Hewayî yên Rûs belav bikin.