Rojnamekar Ferhad Şamî qala girîngiya Lîbyayê dike; balê dikişîne ser hebûna Artêşa Tirk li Lîbyayê û di çarçoveya amadekariyên aliyan de pêşbîniya şerekî mezin di navbera Lîbya û Tirkiyê de dike. Rojnamekar Farhad Şamî, rewşa li Libyayê şirove kir û diyar kir ku êdî şerê li herêmê bûye şerê navbera Libya û Tirkiyeyê. Farhad Şamî ji Ajansa Mezopotamya peyivî. Şamî di şiroveya xwe de bal kişand ser hebûna artêşa Tirk li Lîbyayê û got, “Herî dawî Hulûsî Akar çû Misrata û bi leşkerên xwe re civiya, bi rastî ew herem bûbûn cihên leşkerî û Tirk wan ji bo veguhestina çete û çekan bi kar tînin. Ji lewre, gelê Lîbya û artêşa wê dibêjin şerê Lîbya nema şerê du aliyên Lîbî ye, lê şerê Lîbya û Tirkiyê ye, li wê derê Tirkiyê pîlanan çêdike û şer bi rê ve dibe. Dema Hulûsî Akar çû Lîbya beriya bi rayedarên wî welatî re civîna çêke çû serdana odeya şer a leşkerên xwe, neqşe vekir û fermana şerê Sirt û Cefra da, piştre bang li raydarên Lîbya kir û bi wan re li baregeha leşkerên xwe civiya.” Şerekî mezin hindik maye Li ser pirsa, gelo paşeroj li Lîbyayê çawa xuya dike, Şamî got; “Li gorî berdevkê artêşa Lîbya El Mismarî şer li ber derî ye û dibe ku di nava du rojan de rû bide, şerê vê carê ji bo her du bajarên girîngin (Cefra-Sirt) in. A rast jî ew e ku dema borî bi amadekariyên şer derbas bû. Tirkiyê xwest sîstema parastina ezmanî li sê deverên cûda ên Lîbya bi cih bike, lê ji aliyê balafirên nenas li baregeha Witiyê hat ruxandin. Tirkiyê dixwaze hêza Hefter a ezmanî biruxîne û pêşde biçe, gumanê wê heye ku hinek welat belafir dane Hefter, İmarat beriya niha belafirên keşfê ji bo Hefter kirrî bû, sîstema Panser a parastina ezmanî jî ji Rûsya girtibû, lê ev hêzana li gorî pêwîstî û berjewndiyên xwe insiyatîfê didin Hefter, nahêlin şerê wî ji bin kontrola wan derkeve, sînor jê re diyar kirine. Li aliyê din nêzî 15 hezar çeteyên Sûriyê hene ku Tirkiyê ew ji İdlib û Efrînê birine Lîbya, di heman demê de çeteyên ji Sûdan jî hene, û çekdarên Lîbya yên alîgirên tevgera birayên misilman hene, û leşkerên Tirk henin, xwe nêzî bajarê Sirtê kirine dixwazin dest bi şer bikin. Rawestandin ne li gorî berjewendiyê Tirkiyê ye, bêyî Sirt û Cefra projeya Tirkiyê a li Lîbya nîvçe dimîne û kaxeza di destê wê de dibe li dijî wê. Helwesta Misrê girîng e Serokê Misrê bajarê Sirt û Cefra weke xeta sor ragihandibû, û li gorî wê jî artêşa xwe li ser sînor bi cih kir, heta niha ne diyare ku wê Misir têkeve nava şer an na, lê berteka wê a fermî û gelerî li himber destwerdana Tirkiyê mezine. Ew dizanin beşê şer ê mezin li dijî Misir e, heger Tirkiyê Sirt bigire têwateya ku derbasî sînorê heremên rojhilat dibe, ango nêzî sînorê Misrê dibe, û kîjan demê Tirk berêxwe bidin Misir ne diyar e, li welat birayên Misilman hene, ew alîgirên Erdogan in, li benda wî ne, ji xwe heger ev pîlan pêk hat, Tirkiyê çeteyên Sûriyê ên girêdayî xwe dişîne Yemen jî, li wê derê wê bixwazin xwe bigihînin sînorî Misir ji milê deryaya sor, wê çaxê ji du milan ji aliyê Tirkan tê dorpêç kirin.

Girîngiya Lîbyayê ?

Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên bin erdê jî welatekî pir li pêş e. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêhtingeriya Fenike, Kartaca, Împaratoriya Skenderê Mezin, Roma, Bizans û herî dawî di bin mêtîngeriya Osmaniyan de maye. Lîbya ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê Lîbyayê di serê sedsala 20’emîn de li dijî mêtîngeriya Îtalyayan li ber xwe da. Dewleta Lîbyayê, di sala 1951’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969’an de di pêşengiya Muammer Qaddafî de di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Azad” de darbe pêk anî. Qaddafî heta sala 2011’an 42 salan Rêberê Libyayê ma. Piştî têkçûna Qeddafî hilweşîna rejimê dest pê kir. Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê girêdayî General Halife Hafter ê Navenda wê Tobruke ye. Hêzên Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî (Wîfaq) yên girêdayî Fayiz Serrac ên Navenda wê Trablus e. Lîbya, di sala 2014’an de piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de bû du perçe. NAVENDA NÛÇEYAN