Bi rasthatina festîvala filman a Kurdan a 8´emîn li Hamburgê, derhênera filma Keçên Rojê, Eva Husson jî çû bajêr û di pêşandana filma xwe de jî amade bû ku di galaya festîvalê de hat nîşandan. Piştî filmê hevalê me Mehmet Zahît Ekîncî pê re peyivî. Di vê hevpeyvînê de tişta herî zêde derkete pêş ew bû ku film halê hazir li 180 holên sînemayê li Fransayê tê nîşandan û Tirkiye û Rûsya yekane dewlet in ku ev film sansûr kirine.
Di êşa Zerê de xurtiya wê diyar bû
Derhênera Fransî dibêje di dema çêkirina filmê û girtina dîmenan de tişta herî zêde tesîr lê kirî hêza jinan û têkoşîna wan bûye. Naxasim jî hêza Zerê ya Êzîdî a ku li wargeheke penaberan serpêhatiya xwe digot: “Gava Zerê serpêhatiya revandina xwe û êşên xwe jî digotin, xurtiya wê, hêza wê diyar bû. Zerê jinek bû ku çeteyên DAIŞ´ê ew revandibû. Gava hewl dabû ji çeteyan bireve careke din hatibû girtin. Gava ku hewl dida bireve zaroka xwe wenda dike û piştî bi mehan hîna nû digihîje zaroka xwe. Di vê navê de ducanî dibe, li bazaran 14 caran tê firotin û Zerê behsa vê dikir.”
Ji ber ku te hêza jinê nîşanî me da
Eva Husson dibêje, ew dixwaze filmê Keçên Rojê li Rojava jî nîşand bide. Bi Rojava re peywendiyên wê hene û şervanên jin jî dixwazin filmê bibînin, lê hîna bi temamî nediyar e ka film wê kengî li Rojava bê nîşandan.
Husson dibêje, di dema festîvala Cannesê de bavê wê beriya nîşandana filma wê bi 3 rojan wefat kiriye û ji ber vê ew gelekî xemgîn bûye û wiha behsa atmosfera piştî nîşandana filmê dike: “Gelek mirovan û nexasim jî jinên ciwan ez hembêz dikirim û pîroz dikirim. Lewma van mirovan Êzîdî û Kurd tenê ji çapemeniyê û televizyonê nas dikirin. Lê bi piştî vê filmê, ez bawer dikim di navbera jinên Kurd û jinên li vir peywendiyeke hestî dikare çêbe. Her kesî digot, mala te ava ji ber ku te hêza jinan nîşanî me da. Tişta ez xemgîn dikirim ew bû ku bavê min ev film nedît û nebû şirîkê şahiya min.”
Li 180 holên li Fransa tê nîşandan
Eva Husson da zanîn ku filma wê li Kanada, Swîsre, Ingilîstan, Korsîka û Taywanê beşdarî festîvalan bibe. Film niha li Fransayê li 180 holan tê nîşandan, li Swêdê û li tevahiya welatên rojhilata Navîn jî wê bê nîşandan ji bilî îstîsnayekê û ew jî Tirkiye ye: “Balkêş e, tevî ku film wê li tevahiya dinayayê bên nîşandan, bi tenê li Tirkiye û Rûsyayê qedexekirî ye. Heta, ez pê dizanim, heger ez biçim Tirkiyeyê, ji ber ku min ev film çêkir ez ê bêm girtin.”
HAMBURG