Tirkiye wê bêceza nemîne
Îlham Ehmed: “Divê hemû hiqûqnas li hemberî dagirkeriyê serferber bin û yekrêziya xwe ava bikin. Armanca me rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî ye. Dadgehkirina sûcdaran e.“
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk li Efrînê û di vê meselê de rola hiqûqnasan axivî û got: “Divê dosyayên binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê radestî dahgehên navdewletî werin kirin.”
Platforma Hiqûqnasên Sûriyê li navçeya Amûdê bi tevlêbûna 170 parêzer û hiqûqnas û gelek nûnerên rêxistinên civakî hat lidarxistin.
Pêşî Hevşaredarê Gel a navçeya Amûdê Emar Hisên axivî. Piştre MSD’ê Îlham Ehmed peyivî û bi xêrhatina beşdaran kir.
Îlham Ehmed bal kişand ku şerê li Sûriyê hê jî didome û tenê însanên sivîl fatûreya vî şerî didin û got: “Sûriye bûye meydana şer. Şerê ku li Sûriyê didome, şerê berjewendiyiên hêzên navdewletî û herêmî ne. Di encama vî şerî de tenê sivîl dibin qurbanî û fatûreya şerî didin ku rastî kuştin, revandin, koçberî, destdirêjiyê têne.”
Karê herî qirêj guhertina demografîk e
Her wiha Îlham Ehmed bal kişand ser guhertina demografîk a li ser Efrînê û wiha peyivî: “Guhertina demografî yek ji planên herî qirêj e ku têne kirin, armanca xwe parçekirin e. Ji bo van dewletan ev tişt ne nû ye. Beriya niha jî tecrûbeyên wan bi vê rengî hebûn, lê ya ku em qala wê din, ya sedsala 21‘emîn e ku ji bo sed salên li pêş jî tê amadekirin.”
Li Efrînê rewşeke trajîk heye
Îlham Ehmed di axaftina xwe de bi bîr xisti ku dewletên mezin destur nedaba, Tirkiyeyê nedikarî gavek jî li Efrînê biavêje û wiha pê de çû: “Welatên ku destur dane Tirkiyeyê berpirsyarên binpêkirinên ku li Efrînê rû didin e. Li Efrînê rewşeke trajîk heye. Mafên mirovan tê binpêkirin, dizî, talankirin, kuştin, destdirêjî, heqaret li dijî sivîlan, leşkerkirina zarokan, siyasetên qirkirina etnîkî, rûxandina pîrozgehên Êzîdî û Elewiyan û deverên şûnwaran û hwd.”
Sûcên wan em bigihînin dadgehên navdewletî
Ehmed îşaret bi berxwedaniya li Efrînê hat nîşandan û şerê li dijî dagirkeran a niha jî ev tişt anî ziman: “Ji bo rizgarkirina Efrînê careke din pêwîste rê û rêbazên cuda hebin, ji wan rêbazên siyasî û qanûnî, di aliyê qanûnî de divê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê û sucên wê radestî dadgehên navdewletî werin kirin û kesên li pey van sûcan werin derizandin. Komployên dagirkeran ji îradeya gelê me ne mezintir e, ji ber ku em mafdar in. Em li vir kom bûne da ku rastiyê tesbît bikin û sûcdaran radestî dadgehan bikin.”
Divê hiqûqnas seferber bin
Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed, herî dawî bang kir û got: “Divê hemû hiqûqnas li hemberî dagirkeriyê serferber bin û yekrêziya xwe ava bikin. Armanca me rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî ye. Dadgehkirina sûcdaran e. Divê hiqûqnasên Sûrî yên derveyî welat li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê piştgirên hev bin. Rêxistinên hiqûqî yên navdewletî derbarê binpêkirinên li Efrînê rû didin, dawiyê li bêdengiya xwe bînin û li gorî qanûnên mafên mirovan tevbigerin. Naxwe, Neteweyên Yekbûyî wê li aliyekî bimîne û temaşeyî şer û guhertina demografiyê li Efrînê bike. Herî dawî banga min ji malbatên Sûrî yên li Efrînê hatin bicihkirin heye, bila nebin amûra şerê Ereb- Kurd û ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê nexebitin, her wiha qebûl nekin ku li herêmên bi şer bi cih bibin.”
Rapor hat amedekirin
Piştî axaftina Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed, derbarê binpêkirina dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê raporek ji aliyê parêzer Hesen Silêman ve hate xwendin. Di raporê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê hat kirin û sûcên vê wiha hat rêzkirin:”Sucên qirkirina etnîkî û mezhebî, sucên li dijî mirovahiyê, komkuji, bikaranîna çekên kîmyewî, qirkirina çandî, leşkerkirina koçberan, guhertina demografî, hedefgirtina binsazî û saziyên xizmetguzariyê yên taybet û yên giştî, kuştin, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina terorîstan li şûna wan.”
Armanc dadgehkirina dewleta Tirk e
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku kiryarên dewleta Tirk derbasî qonaxeke nû bûne, di vê qonaxê de, êdî kuştin û rûxandin zêdetir bûne û bi vî rengî dewam kir: “Guhertina demgorafiiyê armanca xwe derxistina tevliheviyê ye di navbera Kurd, Ereb û Suryanan de.
Li beramberî vê berxwedanê pêwîst bi tevgereke hiqûqî û zagonî li gorî asta hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê hebû. Li ser vê yekê binpêkirin û sucên dewleta Tirk bi wêne hatin belgekirin, her wiha îdanameyek hate amadekirin da ku sûcdarên binpêkirinan li dadgehên navdewletî werin dadgehkirin.”
QAMIŞLO