Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed beşdarî civîneke li Peytexta Lubnanê Beyrûtê bû. Ilham Ehmed di civînê de axivî û bal kişand ser gelek mijarên girîng ên derbarê Sûriyê de û got, destwerdana Tirkiyê ya di xaka Sûriyê de ne tiştekî ji nişka ve bû û wiha peyivî: “Dagirkirina Cerbalusê bi awayekî pîlankirî û di encama peymana di navbera Tirkiyê, rêjîma Sûriyê, Îran, Emerîka û Rûsyayê de hatiye kirin. Bêdengiya civaka navdewletî vê yekê nîşan dide.”

Ilham Ehmed her wiha da zanîn ku destwerdana Tirkiyeyê di xaka Sûriyê de û dagirkirina Cerblusê ku bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye kirin, wê rê bide ku Cerablus bibe kaniya çeteyên DAIŞ’ê ku aramiya Ewrûpa û Emerîka tehdîd dike û wiha dewam kir: “Gelê Kurd û pêkhateyên herêmê helwêsta xwe ya berxwedanê eşkere kir û dê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Kesên bê deng mane, Yekîtiya Ereban û welatên Ereban in, wan heta niha beranberî vê yekê tu helwêst nîşan nedaye. Bê dengî tê wateya qebûlkirina komkujiyên wan.”


Rojava bi hêza xwe şoreş kiriye

Ilham Ehmed bal kişand ser hewldana darbeya eskerî ya li Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha domand: “Derbeya leşkerî yek ji lîstokên Erdogan û desthiladariya wî bûn. Bi vê yekê desthiladariya xwe zêde kir. Hemû hewldanên dewleta Tirk li dijî destketiyên Şoreşa Rojava têne kirin. Lê hemû pîlan û hewldanên wan dê biser nekevin ji ber ku gelê Rojava bi hêza xwe şoreş kiriye û li benda tu kesî nemaye.”

Ji bo çareserkirina aloziya li Sûrî jî Ilham Ehmed got, “Federaliya demorkatîk sîstema herî guncaw a yekparastina xaka Sûriyê ye û riya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.”


Ambargo dewam dike

Ilham Ehmed di dawiyê de îşaret bi amabargoya li ser Rojava kir û wiha peyivî: “Deriyê Sêmalka hatiye giritin. Bi vê yekê hemû rêyên li ser Rojava hatine girtin. Lê gelê Rojava bi hêza xwe ya hundirîn embargo bê bandor kiriye û di warê aborî de xwe bi rê ve dibe.” 


 BEYRÛT