Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Çend ji xalên sereke yên ku Bayik nirxand wiha ne:

Bayik di destpêka axaftina xwe de silav da şervanên Berxwedana Rûmetê ya li Rojavayê Kurdistanê û got, “Di vê berxwedanê de gelê leheng, şervanên fedayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Gelê me, şervanên li dijî dagirkeran têkoşînê dikin silav dikim, hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim. Şehîdan hemûyan bi bîr tînim.

Bayik paşê bi awayekî berfireh rave kir ka çawa siyaseta dema dublokî guherî ye, û îro pîvanên nû li herêmê di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de xwe nîşan dide.

Bayik di vê çarçoveyê de pozîsyona Emerîka û Rûsyayê mînak da û got, “Emerîkayê dixwest hem Kurdan hem jî Tirkiyeyê ji bo xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Bi vî rengî karibe Sûriyeyeke li gorî armancên xwe ava bike. Emerîkayê ti carî dest ji Tirkiyeyê berneda. Ji ber ku Tirkiye endamekî NATO ye. Bi Kurdan re jî têkilî danî, lê bi Tirkiyeyê re jî têkiliya xwe domand. Emerîka xwest ku Kurdan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên xwe, li gorî bernameya xwe bimeşîne û nêzî xwe bike. Lê belê Tirkiyeyê qebûl nekir, ji ber ku Tirkiye dijminahiya Kurdan dike. Dixwaze Kurdan ji holê rake. Bi rengekî eşkere digot, yan tu yê bi min re be, yan jî tu yê dijmin be. Emerîka jî xwest di navbera Tirkiye û Kurdên Rojava de têkiliyekê pêk bîne ku herduyan jî bike xizmeta xwe. Texmîn dikir ku wê di vê siyasetê de encamê werbigire. Dema ku dît ku Tirkiye vê qebûl nake, hingî Tirkiye esas wergirt. Ji ber ku berjewendiyên xwe hîn bêhtir bi Tirkiyeyê re dît.

AKP DAIŞ bi xwe ye

Bayik qal kir ku Rûsya û Emerîkayê çawa ji bo berjewendiyên xwe pêşî li Tirkiyê vekirine ji bo bikeve Sûrî û got, “Li Sûriyeyê aramî, aştî zû çênabe. Ji ber ku Tirkiye bi zîhniyeta DAÎŞ’ê kete Sûriyeyê. AKP DAÎŞ bi xwe ye. Hêzên ku bi navê ‘hêza milî’ bi kar tîne jî bi temamî çete ne, çeteyên DAÎŞ‘ê, El Nûsra ne. Ev çete talanê dikin, kuştinê dikin, her xerabiyê dikin.

Tirkiye dibêje, ‘Ez serketî me’, propaganda vê jî dike. Ev çiqasî rast e. Tirkiye kete bîreke kûr. Niha hem Emerîka hem Rûsya ji bo armancên xwe wê bi kar tînin. Tirkiye her wiha dijminatiyê li Kurdan dike. DAÎŞ û çeteyên mîna wan bi kar tîne. Sûc li ser sûc dike. Li gorî qanûnên navneteweyî ketina nava Bakurê Sûriyeyê neraste, jixwe kes qebûl nake. Kes li pişt Tirkiyeyê nasekine, lê nabe xwedî. Dewletên ku rê dan Tirkiyeyê, tifaq kirin jî nikarin ji gelê xwe re îzah bikin.

Tirkiye hem dijminatiyê li Kurdan dike, her wiha ket navbera Rûsya û Emerîkayê, wê ji vir çawa derkeve nediyar e. Heye ku di vir de derbên mezin jî bixwe. Ew îhtimala pir mezin e.”

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN