Nivîskar û lêkonînerê Kurd Profesor Dr. Salar Basîre di hevpeyvîneke taybet de behsa rewşa niha ya Kurdistanê kir. Basîre bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku projeyên Ocalan netenê ji bo Kurdan in û got, Tirkiye naxwaze fikrên Ocalan derkeve ji derve.
Basîre di hevpeyvînê de li ser sedemên krîzên aborî û siyasî yên li Herêma Kurdistanê, girtina deriyê Sêmalka jî axivî û diyar kir ku hikûmet û parlamento tenê şeklî ne û malbatek, desthilatdariya Herêma Kurdistanê dike.
Profesor Dr. Salar Basîre li ser tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan jî got; “Projeyên Ocalan tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê nîne. Lê Tirkiye naxwaze fikrên Ocalan bên ji derve û behsa wan bê kirin. Ji ber ku wê bi bandor bin. Lê dîsan jî Ocalan bi jiyana xwe moralê dide gelê Kurd.”
 
Sedem çi ne ku krîzên Başûrê Kurdistanê evqasî kûr bûn?
Sedema sereke ya vê krîza li Herêma Kurdistanê binketina desthilatdariya 25 salan e. 25 salan derfet hebûn ji bo bikarin derfetên aborî û bingehekê jêre çêkin. Ji bo rewşa siyasî û rewşa aboriya ya xelkê bi rengekî baş biçe. Lê desthilat serketî nebû. Ji ber vê yekê dikarîn bibêjin desthilat qabîliyeta wê nîne Herêma Kurdistanê bi rêve bibe.
 
Li gorî cenabê te di demekê ku nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin, çawa banga avakirina dewletê dikin?
Di vê demê de aliyek weke PDK’ê propagandeya dewletbûnê dike. Ji ber ku dewlet zemînek divê û divê zemîn jê re bê çêkirin. Herwiha hejmarek faktorên girîng hene divê li gorî wan bê meşandin. Ev yek propagandaya wê partiyê ye û ji derveyî vê tiştek din nîne.
Eger girîngî pê bidaya niha wê siyaset û aboriyek bi hêz di destê partiyên Kurdistanî de hebûya. Wê demê wê bikarin ji bo vê yekê biçin danûstandinê. Sedema wê yekê jî ji ber binketina siyaseta desthilatdariya Herêma Kurdistanê ye.
 
Gelo herêma Kurdistanê çima nikare sûdê ji dahata petrolê bigire?
Dahata bi dest tê bi rêya firotina petrolê hemû diçe berîka çend kesan, ne ya partiya jî. Ji ber ku li vê derê partî bûne armanc ne amraz. Diçe berîka wan kes û malbatên  li herêma PDK’ê û YNK’ê.  Patrola Herêma Kurdistanê bûye çavkaniya dewlemendbûna çend kesan. Herwiha yê sereke jê sûdê dibîne Tirkiye ye. Bi talankariyê petrolê dişînin Tirkiyeyê.
Siyasetmedarên Herêma Kurdistanê 250 milyar dolar şandine derveyî Herêma Kurdistanê. Bêguman ev jî dahata vê petrolê ye. Ji derveyî vê yekê jî desthilatdariya Herêma Kurdistanê destdanîye ser gelek proje, milk û mal. Weke ev welat milkê çend binemala malbatekê be.
 
Gelo sedema bê peretiyê û xwepêşandanan ev talankirin e?
Bêguman xwepêşandan û nerazîbûna xelkê ji vê yekê tê. Li gorî min wê encameke xirab ji vê rewşê derkeve. Desthilat baş bi vê metirsiyê hisiyaye. Ji ber vê yekê, ji van dengê neraziyane ditirse.  Di heman de demê de ne amade ye xwe li ber çavan re derbas bike û reforman bike.
Bi ya min reform bi sîstema dîktatoriyê nayê kirin. Ji ber ku sîstema dîktatoriyê eger reforma rasteqîn bike, ew desthilatdar wê nemîne û wê birûxe. Ji ber ku ew bi xwe beşeke mezin a gendeliyê ne.
 
Di bin serokatiya Mesûd Barzanî de şandeke Herêma Kurdistanê çû Bexdayê, gelo sedema serdanê binketina siyaseta aborî bû?
Weke min gotî, siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê bi bin ketiye. Niha neçar bûn biçin Bexdayê. Çûna wan teslîmiyet bû. Barzanî serokatiya şandeyê kir. Ewên li gel bûn tenê sembolîk bûn. Di siyaseta wan de tiştên veşartî gelek in. Lê li gorî min ji derveyî petrolê, sedema serdana Barzanî azadkirina Mûsilê û beşdarbûna PKK’ê ya di pêngavê de bû. Ji ber ku PDK bi eşkere nûnertiya siyaseta Erdogan dike. Eger na çi pêwîst dikir ku Barzanî cuda û bê agadariya yên ligel xwe, bi Ebadî re hevdîtinê bike!
 
We li ser sîstema kantonan yan jî herêmbûnê semînerek da, gelo divê demê de ev yek çareserî ye ji bo Herêma Kurdistanê?
Projeyeke min heye bi navê bi kantonbûna Herêma Kurdistanê. Armanca projeyê başkrina rewşa welatiyan e û nehiştina van du îdareyan e. Ji ber ku em dizanin niha du rêveberî heye û ew du hizb xwedî desthilatdarî û aboriya xwe ne. Parlamento û hikûmet şiklî ne. Ji ber ku karê wan pê heye. Lê li pişt de sîstemek kar dike. Ew jî sîstema malbatî û binemalî ye. Ji ber vê yekê wê ev proje ji bo Başûrê Kurdistanê çareseriyek be. Weke mînak, Behdînan dikare bibe kantonek, yan Hewlêr û Kerkûk yan ji her parêzgeheke din, dikare bibe kantonek. Lê divê hemû di nava yekîtiyek netewî de pêk were.
 
Şengal hatiye valakirin û HPG Şengal ji karasatekî mezin parast, gelo ma Şengal pêwîstî bi gerîla nemaye?

Di qada navnetewî û navxweyî de gelek eşkere û zelal e, gerîla karî bi roleke şoreşgerane rabe û gelê Êzîdî biparêze. Mijara Şengalê eşkere ye. Ji aliyê PDK’ê ve çarenûsa Êzîdiyan radestî DAIŞ‘ê hat kirin û ew komkujî bi serê wan de hat. Eger gerîlayên HPG’ê nebûyana, trajediya Êzîdiyan wê gelek mezintir bûya. Qet baweriyeke Êzîdiyan bi  PDK’ê nemaye, niha ew hêzên şoreşger ên ku ew parastin cihê baweriya wan e. Ew jî gerîla û şervanên YPG’ê û YBŞ’ê ne.
Niha gerîlayên PKK’ê amade ne bi çend hezar kesî beşdarî bikin li operasyona Mûsilê. Lê weke tê dîtin Tirkiye bi hewldana çend aliyan dixwaze pêşiya wan bigre.

Hûn weke lêkolînerekî helwêsta Herêma Kurdistanê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?

Mixabin ev demek e ku PDK’ê deriyê Sêmalka li ser gelê Rojavayê Kurdistanê girtiye û ev jî nîşana wê yekê ye ku li Herêma Kurdistanê, PDK nûnertiya Tirkiyeyê dike. Dîsan ev karane qet xizmetê ji bo gelê Kurd û gelê Rojavayê Kurdistanê nake. Hewil dide ku Kurdên parçeyekî din birçî bike. Ne tenê dijberiya Rojavayê Kurdistanê dike, ya Bakûrê Kurdistanê jî dike.
 
Ev nêzî 2 salan e ku dewleta Tirk tecrîdkirina Abdulah Ocalan giran kiriye, gelo sedema vê çi ye?
Serok Apo çendîn projeyên girîng hebûn ji bo aşitiyê. Lê Tirkiyeyê wê demê kar pê hebû, ji bo ku bi kar bîne, ji bo propagandaya navneteweyî. Ji bo ku xwe zêdetir bi hêz bike. Îro dewleta Tirk li ser gelê Kurd komkujiyan pêk tîne. Ji bo aştiyê rola Ocalan gelekî mezin bû. Her di vê çarçoveyê de projeyên wî ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê ne. Dewleta Tirk naxwaze fikrên Ocalan derkevin derveyî zindanê û behsa wan bê kirin. Ji ber ku wê gelek bi bandor bin. Lê weke tê dîtin, Ocalan çi kesayetek berxwedêr e û bi jiyana xwe moralê dide gelê Kurd. Eşkere ye îro yan sibe wê serokên Tirkiyeyê her neçarî serok Apo bibin.”

SORAN HISÊN
ROJNEWS / SILÊMANÎ