Nivîskarê malpara navdar a nûçeyên şer “War is boring (Şer acizker e)” Paul Iddon di nivîsa xwe ya doh weşandî de dibêje, “Heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike li vî bajarî, hingê wê tenê be: Girrê xwe bi Minbicê nexwerînin”. Ev gotin di heman demê de sernivîsa gotarê ne jî.

Iddon bi bîr dixe ku Tirkiye bi mehan e ku gefan dixwe piştî ku Babê safî bike ew ê Minbicê jî dagir bike û bi bîr dixe ku “Artêşa Tirk halê hazir li Babê teqiniye, û operasyona wê jî di duriyaneke krîtîk de ye. Nûçeyên pêşwext û ne kamil ên çapemeniya Tirk û raydarên Tirk îdîa dikin ku bajar hatiye rizgarkirin - yan jî hatiye ber rizgarkirinê - nisbî gelekî zêde bûne. muhtemelen nîşana sergêjî yan jî hêvînemanê ye.

Erdogan muhtemelen wê bişike

Iddon difikire ku şensê artêşa Tirk heye ku di dawiyê de li Babê bi ser keve û dibêje, “Lê heger Erdogan fermana bimeşin ser Reqayê bide artêşê , ew ê muhtemelen bi tenê bimeşe.” Lewma li gorî Iddon Washingtonê red kiriye ku destekê bide êrîşên Tirkan heger ev berê xwe bidin hêzên QSD´ê yan jî YPG´ê.

Iddon dewra Moskovê jî bi bîr dixe û dibêje, heger Moskov nikaribe Şamê qaneh bike, Şam wê meydana hewayî li Tirkiyeyê vekirî nehêle û wiha dewam dike: “Heger Tirkiye yekalî êrîşê bibe ser Minbicê, dibe ku weke beriya niha bi şens nebe û şerekî berfireh bi QSD/YPG´ê re bide destpêkirin”.

Iddon li aliyê din îşaret bi biryardariya QSD´ê ya parastina Minbicê dike û bi bîr dixe ku berdevkê QSD´ê Telal Silo gotiye: “ew hêvî dike ku Washngton sîlehên li dijî balefirên şer di demeke nêz de bide wan.” Paul Iddon gotara xwe wiha bi dawî dike:

“Lê tevî ku kêm muhtemel e ku washington û Moskov li aliyê QSD´ê bi Tirkiyeyê re bi awayekî eskerî werin hemberî hev, lê belê bi heman awayî nemuhtemel e ku destekê bidin Tirkiyeyê jî; û ha ev destek dikarî diyarker bûya di şerekî de ku Erdogan artêşa xwe bixe nava şerekî topyekûn li dijî koalîsyoneke bi şer stewihayî ya Kurd û Ereban de.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN